Pêşenga modernîzma Portugalê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 03:58

Ev berhemeke şêwekara Portugalî ya bi eslê xwe Belçîkî Mily Possoz e. Ew sala 1888´an hatiye dinê û 80 salî yanî 1968´an wê wefat kiriye.
Ew yek ji navdartirîn hunermendên modernîst ên nifşê yekê yên Portugalê bû. 

Hê 16 salî wê bi şêwekarê Fransî Ernest Bordes re peywendî danî. Wê li Parîsê xwend. Paşê jî çû elmanya û li ber destê Willy Spatz dersên huner girtin. Wê ji bo kitêban jî wêne xêz kirin. Di vê berhemê de wê heta jê hatiye di warê xetan de revîzyonîzm kiriye. Xetên rûyê jina di berhemê de jî dirûvê wê bi bîra mirov dixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.