Pêşbirka Şehîd Gerzan xelatên xwe dan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:09

  • Pêşbirka Şehîd Gerzan a Wêjeyî her sal li dar dikeve û ciwan bi berhemên xwe yên wêjeyî tevlî pêşbirkê dibin. Beşdar bi çîrok, pexşan û helbestan tevlî pêşbirkê dibin.

Pêşbirka Şehîd Gerzan a Wêjeyî her sal li dar dikeve û ciwan bi berhemên xwe yên wêjeyî tevlî pêşbirkê dibin. Beşdar bi çîrok, pexşan û helbestan tevlî pêşbirkê dibin.

Miracaeta ji bo pêşbirkê di 15’ê Îlonê de destpê kiribû û heta 30’ê Cotmehê 17 ciwanên 15 ta 28 salî tevlî pêşbirkê bûn.

Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê şahiya xelatkirina serketiyên pêşbirkê, li Hola Şehîd Axîn Welat a çand û huner a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Ismet Hesen got, şêniyên Efrînê bi pênûs û fikra xwe ya azad li hember astengî û pîlanên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê disekinin.

Ismet Hesen peyama berxwedanê jî wiha da: "Em ji yên êrişkar û komkujeran re dibêjin, em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê bi ruhê ciwantiyê li hember we bisekinin û Efrînê rizgar bikin."

Dûvre hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Avêsta Îbrahîm û Mihemed Remedan helbest xwendin. 

Dûvre navên her heft kesên berhemên wan serketî, hatin xwendin, ji wan 4 bi zimanê Kurdî û 3 bi Erebî bûn. Di helbesta Kurdî de; Sîdra Harûn, Hude Dada, Newroz Mihemed û Şervîn Şêxo. Di ya Erebî de Ebdurehman Hemade asta yekemîn di nivîsandina helbestê de girt. Di pexşanê de Mêrvet Hemade bû yekem û Horî Çawîş jî bû duyem.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.