Miracaetên ji bo 28’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter dest pê kirin. Xelat di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (wêneyên nûçeyan)”, “Karîkatûr” û “Nûçeyên Jinan” de wê bên dayîn. Encamên pêşbirkê dê di 28’ê Îlonê de werin eşkerekirin.
Her beşdar dikare bi beşekê û bi berhemekê beşdar bibe. Pêşbirk di her beşê de ji aliyê endamên jûriyê ve tê nirxandin. Beşdarek herî dawî dikare di 10’ê îlona 2021’an de miracaet bike.
Divê beşdar berhema xwe bi rêya postê yan jî kargoyê bişîne û her wiha dikare rasterast bi dest jî radestî rojnameyê bike.
Navnîşana ji bo miracaetan li jêr e:
Şehit Muhtar Mahallesi, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul
yeniyasamgazetesi1.com
E-mail: yeniyasamgazetesi@gmail.com
Telefon: 0 212 252 83 99
Fax: 0 212 252 83 90
NAVENDA NÛÇEYAN