Pêşbirka futbolê ya jinên Êzidî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:51

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî li navçeya Sinûnê ya Şengalê turnuva futbolê ya li ser navê Şehîd Arîn hat lidarxistin. Di turnuvayê de tîma Xanesorê tîma Sîbayê 4-0 têk bir. Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî  li navçeya Sinûnê ya Şengalê pêşbirkek di navbera tîma Xanesorê û tîma Sîbayê hat lidarxistin. Pêşbirk di seet 6’an de destpê kir heya seet 8’ê êvarê berdewam kir. Pêşbirk bi piştevaniya tîman destpê kir. Di encama lîstina 2 seetan de tîma Xanesorê bi 4 golan tîma Sîbayê têk bir.

Piştî ku tîma Xanesorê biser ket, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê ve hatin xelat kirin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Avêsta Şengalî axivî û ji bo lîstoka herdû tîman spasî kir û diyariya lîstokê dan herdû tîman.

Li ser pêşbirkê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Xwedêda jî axivî û got:“Îro me ev pêşbirk bi navê Şehîd Arîn li navçeya Sinûnê lidar xistiye. Em hêviya serkeftinê û dilxweşiyê ji tîman re dixwazin.” Piştî pêşbirkê lîstokvanek ji grubê bi serket jî axivî û got:”Ev pêşbirk li ser navê Şehîd Arîn hatiye vekirin. Em grupa Xanesorê 4 bi 0 serketin. Em bi grupa xwe serbilind in û em serkeftinê ji grupa Sîbayê re dixwazin.”

NÛJINHA/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.