Pêşbirka çîrokan ji bo Narîn Guran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 20 Çile 2025 - 00:36

Şaxa Hejmar 3 ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê dê bi dirûşma “Çîroka her kesî heye” Pêşbirka Çîrokan a Narîn Guranê li dar bixe. 

Beşdar dikarin bi çîrokên bi zaravayên Kurdî yên Kirmanckî û Kurmancî û bi zimanê Tirkî serî lê bidin. Çîrok, dê ji hêla bikaranîna ziman, hêla wêjeyî û însanî ve bên nirxandin. Ji bo naverokê tu sînorkirineke nîne û hem zarok hem jî welatiyên din dikarin serlêdanê bikin. 

5’ê Nîsanê roja dawî ye

Kesên dixwazin tev li pêşpirkê bibin, divê çîrokên xwe heta 5’ê Nîsanê teslîm bikin. Her kes dikare tev li çîrokê bibe û dê 28 hezar û 500 TL xelat were dayin. Di kategoriya her zimanekî de dê 5 hezar TL bidin kesên bûne yekemîn, ji kesên bûne duyemîn re jî 3 hezar û 500 lîre bên dayin. Encamên pêşbirkê dê di 23’yê Nîsanê de li Erxeniyê bi bernameyekê bên eşkerekirin. Merasîma xelatan dê di 26’ê Nîsanê de were lidarxistin.

‘Em li benda beşdariyeke xurt in’ 

Hevserokê Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê Serdar Kaya, têkildarî pêşbirkê wiha got: “Em bang dikin ku her kes çîroka xwe binivîse û tev li pêşbpirkê bibe. Her kes xwedî çîrokekê ye. Me navê Narîn Guranê li pêşbirkê kir û me xwest hestiyariyekê ava bikin. Zarok, ciwan, kal, jin her kes dikare çîrokan bişîne. Dê çîrok heta 5’ê Nîsanê bên qebûlkirin. Em li bendê ne ku beşdariyeke xurt çêbibe.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.