Pêşangeha wênexêzên zarokên Efrînê ya li Qamişloyê, sê rojan dewam kir û bi dawî bû.
Kombenda Efrîn a civakî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 5'ê Çile de pêşengeheke wênexêzên zarok ên Efrînê li bajarê Qamişlo vekir. Di pêşangehê de qederê 100 wêneyan hatin nîşandan. Zarokan di wêneyên xwe de azarên koçberên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê, çanda Efrînê û darên zeytûnan dan pêş.
Şandeya MSD'ê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Daîreya Têkiliyên Derve, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Qamişlo çûn serdana pêşangehê.
Rêveberiyên pêşangehê diyar kirin ku bi dahatên ku ji wêneyên zarokan werin, ew ê pêwîstiyên zarokên şehîdan ên ji Efrînê koçber bûne, bi cih bînin.
ANHA/QAMIŞLO