Daristan, kulîlk û rengên dibiriqînin îlham dane berhemên Silava Huseyin a 13 salî.

Li gorî nûçeya kanala telvîzyonê ya Kanadayê, CBC Newsê, “Slava Hussin [nivîsîna fermî ya navê Silava Husseyin] xewnên xwe yên ji bo bibe hunermend pêk tîne û ew hîne nû 13 salî ye”.

Nûçeya rojnamevan Aastha Shetty, dide zanîn ku Silavayê pêşangeha xwe ya pêşî ya şêwekariyê li navnîşana 44 Gaukel in Kitchener vekiriye. Li gorî nûçeyê, Kurdên deverê jî bi Silavayê serbilind in.

Silava beriya bi 7 salan tevî malbata xwe penaberî Kanadayê bûye. Ew wiha behsa hingê dike: “Gava em hatin vir, min dît ku li vir derfet bêhtir in. Min dest pê kir hez ji huner kir. Ez wisa hîs dikim, weke ku mirov karibe di nava wê de li hestên xwe bikole û pê terîf bike ka çawa hîs dike.”

Xelk zû bi nûçeya pêşangeha Silavayê hisiyaye û ew wiha behsa helwêsta xelkê civaka deverê dike: “Hevalên min her ji min re peyam şandin, temamê rojê. Ew li bendê ne ku van berhemên hunerî û van tiştan hemûyan bibînin. Hin kesên ku gava em hatin em nas kirin, wan ji min re peyam şandin û dibêjin, ew gelekî serbilind in bi vê yekê, ji ber ku min karî vê yekê bi ser bixim ew serbilind in.”

Mamosteyê wê yê huner li dibistanê jî Kurd e: Nehad Abdelkader. ew dibêje wî di cih de dîtiye ku Silava di warê xêzkirin û rengandinê de jêhatiye û ji ber wê destek daye wê.

Silava bi xwe dibêje, daristan, xanîkên gundan, kulîlk û rengên dibiriqînin îlhamê didin wê.

Şeş xwişk û birayên ji Silava piçûktir jî gelekî hez ji karê wê dikin û destekê didinê.

TORONTO