Li salona Komeleya Hunerên Ciwan a Çemçemalê bi amadebûna kesayetên siyasî, hikûmî û welatiyan pêşangehek şêwekariyê ji bo 5 jinên şêwekar hat vekirin. Jina şêwekar a bi navê Şewbo Ebdullah li ser vekirina pêşangehê got:“Em 5 jinên navçeya Çemçemal bi hevkariya Komeleya Hunerên Ciwan a Çemçemalê me pêşangehek şêwekarî vekiriye. Her yek ji me bi çend tabloyek tevli pêşangehê bûne. Piraniya tabloyên me li ser gulan hatine xêzkirin.” Jina şêwekar a bi navê Medya Neman jî li ser vekirina pêşangehê diyarkir ew bi çar tabloyên ku li ser xweşiktiya gulên Kurdistanê xêzkiriye, tevlî pêşangehê bûye û got:“Vekirina van pêşangehan giringe da ku jin bikarin kêrhatinên xwe nîşandin. Hêvîdarim salane ev pêşangeh bên vekirin.” Li ser vekirina pêşangehê Mamostayê Beşa Hunerên Ciwan a Çemçemalê Samî Ebdullah jî diyarkir berî du mehan wan dest bi amadekariyên pêşangehê kirine û got:“5 jinên şêwekar tevlî pêşangehê bûne. Vekirina vê pêşangehê li cihek wek Çemçemal gelek giring e. Jin dikarin bi van pêşangehan kêrhatin û berhemên xwe nîşan bidin.”
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL