Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 30 Cotmeh 2023 - 00:18

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha 7an a Şehîd Herekol li dar xist. Dayika şehîd Herekol, Xedîce Şawîş deriyê pêşangehê vekir.

Paşê cihgira Hevserokatiya Çandê ya Rêveberiya Xweser Ronahî Hesen bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê Rêveberiya Xweser soz da ku piştgiriya çalakiyên çandê yên li herêmê bike.

Li aliyekî din jî endamê komîteya amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef got ji ber ku 2 weşanxane nedikarî beşdar bibin, pêşangeh hate derengxistin. Xelef got 60 weşanxane, nivîsgeh û saziyên çandê beşdarî pêşangehê bûne. Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk tên pêşkêşkirin. Xelef got: "Li gorî pêşangeha 6an zêdetir weşanxane beşdar bûne û zêdetir pirtûk hatin pêşkêşkirin. Di pêşangeha 6an de 51 weşanxane hebûn."

Weşanxaneyên ji Îmarat û Misirê cara yekemîn beşdarî pêşangehê dibin, li kêleka wê jî weşanxaneyên ji Lubnan, Urdin, Îtalya û Belçîkayê jî beşdar bûn. Çaverê bû ku weşanxaneyeke ji Kuweytê jî beşdar bibûya, lê bi sedema derengmayîna pêşangehê nekarî beşdar bibe. Zimanên pirtûkên hatine pêşkêşkirin bi giştî Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî ne.

Şoreşa Rojava bûye milkê cîhanê

Girêdayî mijarê endamê Koordînasyona Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besam Xilo axivî û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi rêya wêjeyê bûye milkê cîhanê. Pêşketina wêjeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre têkoşîna mezin a Rêber Abdullah Ocalan."

Pêşangeh ew ê 4 rojan bidome û her roj ji saet 10ê sibehê heta 8ê êvarê vekirî be. Di bernameya pêşangehê de pêşbirkên çandî, hunerî û îmzekirina pirtûkan hene.

Çaverê bû Pêşangeha 7an a Şehîd Herekol 20ê Tîrmehê di salvegera şehadeta şehîd Hisên Şawîş (Herekol) de bihata lidarxistin, lê 2 caran bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate derengxistin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.