Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê destpê kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û gelek kes tev li merasîma vekirinê bûn. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku tevî hemû tengezariyên ji ber rewşa aborî jî weşanxeneyên kurdî û weşanxaneyên din xwe li ser lingan digirin û weşangeriyê dikin. Kaya anî ziman ku Amed bajarê wan e û divê bi her awayî xwedî li Amedê û dewlemendiyên Amedê derkevin. Kaya bi taybetî spasiya hemû weşanxaneyên Kurd kir û got ku yekitiya di navbera weşanxeyên Kurd de jî kêfxweşiyê dide wan û pîrozbahî li wan kir. Kaya her wiha ji hemû şaredariyan û saziyan daxwaza piştevaniya şahî û çalakiyên wek fuara pirtûkan kir û got ku ew îro di heman demê de şahiya pirtûkan li dar dixin.
216 weşanxane beşdar bûne
Piştre Hevşaredara Amedê Serra Bucak axivî û da zanîn ku heke behsa pêvajoyek asayî bê kirin ji bo axa wan meseleya herî muhîm e û got:“Divê tavilê aştî bê axaftin û hemû rê li ber axaftina aştiyane bên vekirin. Bajarên me bi zextan re rû bi rû dimînin. Ev dibe sedema hemû xitimandina xebatan.” Serra Bucak diyar kir ku pirtûk civakan tînin ba hev û rê li ber ronakbîriya civakî vedike. Bucak da zanîn ku ew jî wek Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ji bo bajarên xwe hêvî dikin ku fuarên mezintir û baştir bên lidarxistin û xelkê herêmê dikaribin veguhezînin fuaran. Bucak anî ziman ku di 8 salan de qeyûman gelek rûxandinên mezin li pey xwe hiştine û ew niha hewl didin kirinên qeyûman û rûxandinên wan rast bikin. Bucak destnîşan kir ku Pirtûkxaneya Mehmet Uzun a li Parka Sumerê di serdema qeyûman de bêxwedî hatiye hiştin û hatiye asta nebikaranînê. Serra Bucak destnîşan kir ku pirtûk û zanist rê li ber pêşketinên zimanan vedikin û got:“Weşanxeyên Kurd tevî hemû bêderfetiyan jî diafirînin û ji bo pêşketina Kurdî xebatan dikin. Em hêvî dikin ku wê weşanxaneyên Kurd hewldan û têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bidomînin.’’ Piştî axaftinan kurdele hat birîn. Şandeya hevşaredaran, DTSOyê û TUYAPê ewilî serdana weşanxeyên Kurdî kirin û li standên wan geriyan. Şandeyê paşê jî li tevahiya fuarê geriya û pêşengehê li weşxaneyan pîroz kir. Fuar wê ji 30’ê Mijdarê heta 8’ê Kanûnê berdewam bike. 26 jê weşanxenyên Kurdî bi giştî 216 weşanxane beşdarî fuarê bûne. Di van 9 rojan de wê nivîskarên Kurd jî di nav de bi sedan nivîskar li standên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze bikin.
MA/AMED