Pêşangeha Kulîlkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:18

Desteya Jîngehê ya kantona Tebqayê û Navenda Çand û Hunerê Pêşangeha 3ˊyemîn a kulîlkan lidarxist. Di pêşangehê de bi sedan kes, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn. Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê ya kantonê Amir Enad bixêrhatina beşdaran kir.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantonê Cemal Ebdulletîf lidarxistina  Pêşangeha 3ˊyemîn a Kulîlkan li xelkê kantonê pîroz kir. Ebdulletîf diyar kir ku armanca pêşangehê civak ji bo çandina kulîlkan were teşwîqkirin û xelk ji bo parastina jîngehê were hişyarkirin. Piştre beşdar li nav beşên pêşangehê û 4 şitilgehên beşdar bûne, gerîn. Li pêşangehê gelek cûreyên kulîlkan hatin pêşandan. Li kêleka wê, beşek ji bo tablo û karên hunerî yên Navenda Çand û Hunerê li ser bedewiya xwezayê û xêzkirina li ser keviran hebû. Di roja yekemîn de hunermend Yasmîn Mihemed û Ehmed Zehrawî stran gotin. Çaverê ye pêşangeh 3 rojan bidome.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.