Rêxistina Vîm Productionî, li Silêmaniyê pêşangeheke şêwekariyê ji bo 49 hunermendên şêwekar ên Kurd û Ereb vekir. Ew ê pêşangeh hefteyekê wê li xelkê vekirî bimîne.
Yek ji organîzatorên pêşangehê Salih Necar di derbarê vekirina pêşangehê de axivî û got: “Saziya Vîm bi hevkariya projeya Artfroş pêşangehek hevbeş ji bo 49 hunermendan vekiriye. Ji vana 45 hunermend Ereb in û 4 hunermend jî Kurd in. Hunermendên şêwekar xelkê bajar û navçeyên cûda yên Iraq û Herêma Kurdistanê ne. Îro roja yekem a pêşangehê ye, navê pêşangehê jî ‘Pêşangeha hevbeş a Mezopotamya’ ye. Wê pêşangeh hefteyek vekirî bimîne. Rojane ji saet 10:00’an ta 18:00’an vekirî bimîne.”
Salih Necar eşkere kir ku her heunermendek bi şêwaz û rengê xwe yê cûda tabloyan amadekiriye. Necar da zanîn pêşangehên bi vî rengî ji bo hev naskirina hunermendan jî gelek giring in.
Hunermenda Şêwekar Sara Mehdî ku bi tabloya keleşêr (Dîk) û jin tevlî pêşangehê bûye, got: “Dîk di wateya azadiyê û jin jî di wateya bihêzbûnê de de ye, yanî jin bêy mêr jî dikare zindî bimîne û bijî. Ev cara yekeme li Kurdistanê tevlî pêşangehek dibim.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ