Şêniyên gundê Banaşikeftê yê herêma Koçberatan a ser bi Dêrikê ya kantona Qamişlo, pêşangeheke destkariyan û alavên folklorî vekir.

Pêşangeh li şikefteke nêzî gund hat vekirin û tê de nêzî 120 parçe hatine nîşandan. Di pêşangehê de berhemên ji rîs bi rêya tevnê û neqşa li ser cawan hatine çêkirin, hatin nîşandan.

Çavdêrê li ser pêşangehê Cemîl Mihemed Elî zêdetirî 50 peykerên navîn û piçûk ên ji texte û keviran jî nîşan dane.

Mihemed Elî dibêje, ev peyker ji fikrên wî ne û hêvî dike ku ev peyker di pêşangeh û navendên çandê de jî werin nîşandan.

Şêniyên gundê Banaşikeftê û gunên derdorê çûn serdana pêşangehê.

ANHA/QAMIŞLO