Mozên li dinyayê paşguh nekin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 00:56

Muzeya Dinyayê ya li Liverpoolê pêşangeheke nûjen li dar xist. Ji bo ku xelkê bibin wê dinyaya bi efsûn a mozan ji huner û zanistê bi hevre sûd wergirtin. 

Pêşangeha bi navê “Bees: A Story of Survival” (Moz; serpêhatiya mayîna li jiyanê) behsa adaptasyona mozan a 120 milyon salan dike. Ev pêşangeha hestiyar ji hêla hunermend û peykersaz Wolfgang Buttress ve hatiye hazirkirin. 

Ev pêşangeh ne tenê nîşandan mozan a di qutiyan de ye. Her wiha di pêşangehê de tê nîşandan bê ka hebûna mozan ji bo ekosîstema dinyayê çiqas girîng e û bêyî wan nabe. Walfgang ji bo pêşangeheke bi tesîr ava bike ji vîdeo, deng û teknolojiya herî nûjen sûd werdigire. Kesên diçin serdana pêşangehê bi dorê dikevin 8 odeyan û di her odeyekê de di derbarê mozan de tiştekî nû tecrube dikin. Serdêr li van odeyan kewarên mozan, vizîna wan a li nav xwezayê û gelek tiştên din dibihîzin û dibînin. 

Li hember mozan bi empatî tevbigerin

Walfgang Buttress derbarê pêşangeha xwe got; “Ev peşangeh naşibe pêşangeheke din. Armanca min ew e ku ez balê bibim ser cure û bêhempabûna mozan. Ji bo vê yekê jî ev pêşangeh hemû sehekên insanan teşwîqî tiştekî dikin. Dixwazim bîner li hember mozan empatiyekê pêş bixin û wan hîs bikin. Heger piştî vê pêşangehê em hinekî din jî ji mozan hez bikin û li hember wan rêzdar bin, em dikarin dinyayê ji bo wan û her wiha ji bo xwe jî bikin cihekî baş û qenc.”

Li Muzeya Dinyayê ya Liverpoolê qederê 30 hezar cureyên mozan hene. Yanî li dinyayê koleksiyona entomolojî ya herî mezin li wir e. Serokê muzeyê ji bo mozan û pêşangeha Walfgang Buttress got; “Moz ji bo ekosîstema dinyayê bivênevê ne. Yanî ew ji bo jiyana insanan jî girîng in. Lê mixabin niha gelek cureyên mozan bi tinebûnê re rû bi rû ne. Bi saya pêşangeha Walfgang me xwest em balê bibin ser rewşa xerab a mozan. Heger ew li vê dinyayê nîn bin ew ê xwezaya dinyayê zûtir biguhere.”

LIVERPOOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.