Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi dirûşma “Em bi rengê xwe jiyanê dixeminlînin” pêşangehek ji 55 tabloyên şewekaran pêk tên li Naveda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vekiribû bi şahiyekê û bi dayîna spasnameyên şêwekaran bi dawî kir. Tevî endam û reveberên Rêveberiya Xweser, Desteya Çandê, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, şêwekar û gelek kes beşdarî pêşangehê bûn. Piştî ku hezkiriyên şêwekariyê dest bi temaşekirina pêşangehê kirin, derbasî salona şahiyê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di çarçoveya bernameya pêşangehê ya roja 3’yemîn de, hunermendên TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed, Daniş Botan û Şêxmûs Dogan stranên xwe pêşkêş kirin. Piştî beşa hunerî, ji aliyê hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî û Ilyas Sîdo ve ji bo 55 şêwekarên ku wêneyên wan di pêşangehê de hatin nîşandan spasname hatin dayîn. Bi dayîna spasnameyan, pêşangeh bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO