Perwerdeya Neteweya Demokratîk

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 01:15

Sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Îlonê de destpê kir. Qeyda li dibistanan jî wê tevahiya meha Îlonê dewam bike. Li dibistanên ku 41 hezar mamoste wezîfedar in heta niha zêdeyî 860 hezar xwendekarî dest bi perwerdeyê kirine. Li herêmê 3 hezar û 63 dibistanên seretayî, 178 dibistanên navîn, 46 dibistanên lîse û bi giştî 4 hezar û 120 dibistan hene. Lê belê ji ber dibistanên di şer de xisar li wan bûne tenê 4 hezar û 100 dibistan niha çalak in.

Ji pola yekemîn a dibistana seretayî heta pola 6'emîn; ji pola 7'emîn a dibistana navîn heta pola 9'emîn, ji pola 10'emîn a lîseyê heta pola 12'emîn perwerde tê dayin. Her xwendekarek sê salên xwe yên destpêkê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigire. Xwendekarên derbasî pola 4'an dibin bi zimanê gelê xwe (Kurd, Suryan an jî Erebî) perwerdeyê werdigire. Di pola 5'emîn de jî xwendekar weke zimanê biyanî perwerdeya Îngilîzî werdigire. Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ragihand ku di sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025'an de Meclîsa Malbatên Xwendekaran ava bûye û li herêmê mufredata perwerdeyê wê bibe yek û got:"Destpêkê mufredata perwerdeyê ya Firat, Cizîr û Şehba-Efrînê weke hev bûn. Îsal li Kantona Tebqayê ji pola 1'emîn heta 12'emîn, li Kantona Reqayê ji pola 1'emîn heta 9'emîn, li Kantona Minbic û Dêrazorê ji pola 1'emîn heta 6'emîn wê mufredata perwerdeyê li gorî sîstema Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê meşandin. Armanca me ya bingehîn ew e ku yekbûna mufredata perwerdeyê ya li herêmê pêk bînin."

30 Mamosteyên Ermen

Îmad Teteriyan anî ziman ku piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan dest bi perwerdeya bi zimanê Ermenî kirin û got, "Ji nava civaka Ermen ciwan an jî extiyar me perwerdeya ziman dan her kesî û 30 mamosteyên pispor perwerde kir. Saziya me ya ziman wê sala 2025'an ava bibe. Sazî wê ji dibistana seretayî heta zanîngehê mamosteyan perwerde bike û perwerdeya bi zimanê dayikê bide zarokên Ermen. Zarokên Ermen piştî ku tevlî sîstema perwerdeyê ya rêveberiya xweser bûn wê bibin xwedî hîmekî xurt. Di sala 2026'an de zarokên Ermen di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de wê dîrok, çand, ziman, kevneşopiya xwe biparêzin û dewam bikin."

Saziya Olaf Tao ya Suryan

Ji Rêveberiya Saziya Suryan a Olaf Tao Salîba Yakûp got:"Olaf Tao sala 2014'an ava bû û ji bo pêşvebirina zimanê Suryanî gelekî hewl dide. Em dixwazin zarokên me bi çand, ziman û dîroka xwe mezin bibin. Di sala 2019'an de me mufredata perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dibistana seretayî heta lîseyê bi Suryanî amade kir û gihand zarokên li dêran. Dema ku di mufredata Suryanî de pêwîstî bi guhertinekê hebe em bi hev re nîqaş dikin û biryarê werdigirin."

ANF/NÛJIYAN ADAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.