Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi axa xwe ya baş û pirbûna jêderên avê dihat nasîn. Lê guhertina avhewayê, zuhabûna domdar, şer, rêvebirina şaş a ji bo jêderên avê, bandoreke xirab li qada çandiniyê kir ku rê li ber çolbûyînê vedike. Li herêmê gelek cotkar rêbazên kevn ên avdanê bi kar tînin ku di encamê de av kêm bûye, qadên mezin ên çandiniyê ji ber çolbûyîn û zuhabûna axê ji xizmetê derketin.
Bi armanca pêşxistina çandiniyê û rêvebirina avê bi awayekî baş, hejmarek cotkarên herêmê serî li rêbazên pêşketî yên avdanê dane. Yek ji wan cotkaran Mihemed Seîd Îsmaîl e ku li şûna sotemeniyê enerjiya rojê ji bo avdana zeviyên çandiniyê bi kar tîne. Îsmaîl bi rêya enerjiya tavê zeviyên xwe yên çandiniyê av dide der barê mijarê de da zanîn ku gelek cotkar rêbaza nûjen a avdaniya avhavêj (rêbaza pijiqandina avê) bi kar tînin. Ehmed Remedan El Xilêf jî ji 25 salan ve di karê çandiniyê de dixebite û xwedî 15 donim erd e. Ehmed Remedan El Xilêf ji 5 salan ve bi rêya enerjiya tavê zeviyên çandiniyê av dide.
ANHA/QAMIŞLO