Performansekê li dijî civakeke bêbîr

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:13

Şêwekar Adem Bulut li Amedê performanseke bi navê “Erd nizanibe jî xwedê dizane” pêk anî. Adem Bulut bi vê performansa xwe ya balkêş, balê dibe ser şideta sedan salan a li hemberî Kurdan, şideta ku serdest dixwazin pê civakeke bêbîr ava bikin. 

Adem Bulut tevî performansa xwe daxuyaniyeke kurt a di derbarê performansê de jî belav kiriye û di daxuyaniyê de dibêje; “Di nav Kurdan de trawmayên ku nifş bi nifş têne veguhastin hene. Ev trawmayên ji berê ve mane û îro jî hatine serê Kurdan, tevî xwe bîreke kolektîf çêkirine. Ji bo astengkirna veguhastina bîra civakî, dest werdidin mekanan. Her wiha tê zanîn ku ji bo zindîhiştina bibîranîna civakî û parastina wê, bi şêwazên bibîranînê yên alternatîf berxwedaneke bê şidet heye. Daxwaza veguherandina sîstematîk a mekanên abîdeyî, ku Pierre Bourdieu wekî şideta sembolîk bi nav dike û em dikarin wekî tundîyeke nedîtbar a şidetê bihesibînin, îro jî dewam dike û ev mekan wekî cihê çanda şahiyê tên veguhertin. Her wiha, xwesteka astengkirina veguhestina trawmayan bi rêya bîra civakî, nehiştiye ku trawmaya sedan salan ya ji Şêx Seîd heta bi Tahir Elçî were jibîrkirin.

Şideta sedan salan a ji Şêx Seîd heta Tahîr Elçî, bi vê performansê wê di warê fezayî de bên cem hev û bi vî rengî li hemberî civaka bêbîr a ku tê xwestin, bê afirandin, berxwedaneke sembolîk bê nîşandan.

Wekî tê zanîn, dema mirov ji jor ve li sûrên Amedê mêze dike, di şiklê masiyê kulm de xuya dike. Di çarçoveya performansê de ji Meydana Deriyê Çiyê heta bi Minareya Çar Ling, wê masiyên turbe bi gêçikê bên xêzkirin. Materyaleke din a performansê jî gêçik e ku bi taybetîya xwe ya zûjêçûnê temsîla jibîrkirinê dike. Nexşên ku wê li ser rêya di navbera her du cihên abîdeyî de bên xêzkirin, piştî meşa mirovan dê jê biçin; çawa ku ji bîra me diçe.

Armanca vê performansê ew e ku mîna mertalekî li hember daxawaza avakirina civakeke bêbîr bisekine û nîşeyekê nexşî dîrokê bike.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.