Perestgeha Reben Bêrî li binarê çiyayê Sefîn yê li sînorê bajarokê Şeqlewa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, bûye muzexaneyek biçûk a olî û pîrozgeha hevpar a Misilman û Mesîhiyan. Ev perestgeh bi dirêjiya salan bûye hêvênê pêkvejiyana aştiyane ya navbera her du olan de. Li gel vê bûye herêmek ya geştyariyê. Lê ji ber nebûna xizmetguzariyê, piraniya geştyaran nikarin bi hêsanî derkevin serê çiya û daxwaz ji hikûmetê dikin ku êdî xizmetgûzariya pêwîst ji bo wê dabîn bike.
Divê bala xwe bidin ser vir
Heyfa Mecîd yek ji geştyarên ku ji Kelarê bi kîlometreyan rê hatiye ku vê cihî bibîne, axivî û got: “Demek dirêjbû me plan dikir ku em li gel çend hevalan serdana vê cihê olî bikin, ji ber ku cihekî olî yê girîng e, bi taybetî dema ku Misilman û Mesîhî bi hev re di merasîm û rojên taybet de serdana vê derê dikin. Ev yek jî mînaka pêkve jiyanê û yekitiya di navbera olên cuda de nîşan dide. Beşek yê rêyan hatiye nûjenkirin, lê piraniya rêyan hîna xirab e. Piraniya kesan nikarin werin vir û ji nêz ve herêmê bibîni.”
Çalakvanê Sivîl Peyrew Enwer jî got:“Dîrokeke girîng a bi sedsalan a bi hevre jiyanê li vê cihê zehmet hebûye. Ji bo wê divê bibe mînakek ji bo parastina çanda pêkvejiyanê û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê.”
Geştyara bi navê Perjîn Silêman jî qala bêxemiya hikûmetê ya ji bo cihên dîrokî kir û got:“Li Kurdistanê gelek cihên dîrokî yên giring û diyar hene, lê hikûmeta Herêmê van herêman paşguhdike û weke pêwîst xizmetê nake yan jî nade nasandin. Ev jî dibe sedem ku gelek kesên ku bi van cihan re eleqeder dibin nikarin xwe bigihînin yan ji nizanin çawa biçin.”
Perjîn herî dawî bang kir û wiha got: “Em daxwaz dikin ku bala xwe bidin ser vir, ji ber ku ev cara yekem e em serdana şikefta Rebenê dikin. Lê xirabiya rê û nebûna xizmetguzariyan li wê deverê, çûna geştiyaran zehmet dike.”
ROJNEWS/ŞEQLAWA