Ji rayedarên berê yên Pentagonê, Michael Rubin got, “Rayedarên Emerîkî yên ku di dozên girêdayî dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin nû ne, di wergirtina agahiyan de xwe dispêrên kampanyayên reşkirinê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan.”
Li gorî nûçegihana ANHA’yê Gîvara Şêx Nûr radigihîne, ew bi Michael Rubin ê ku îro lêkolîner e li Înstîtuya Enterprise ya Emerîkî (AEI) peyivîye û wî gotiye, siyaseta DYE’yê di guhertinê de hêdî û çewt e.
Pêdivî bi guherîna vê siyasetê heye
Michael Rubin wekî din gotiye, pirraniya rayedarên Emerîkî yên ku di dozên girêdayî dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin, li gorî mijarê nû ne û wiha dewm kiriye: “Agahiyên ku li ser gelê Kurd û PKK’ê werdigirin, 25 salî ne û lê napirsin ka ev agahî hê jî rast û durist in.”
Rubin diyar kiriye ku tiştên ku rayedarên Emerîkî li ser PKK’ê dizanin, encama kampanyayên reşkirinê ne yên ku dewleta Tirk bi salan li dijî Kurdan dimêşîne. Michael Rubin gotiye, pêdivî bi guherîna vê siyasetê heye û wiha pê de çûye: “Ji bo guhertina vê nihêrînê û guhertina sinifandina terorê, pêdivî bi pêngaveke cidî û pîşeyî heye, bi vê guhertinê re siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê were guhertin.”
QAMIŞLO