Pêngava çeteyan ji bo fîdyeyê

Çarşem 27 Cotmeh 2021 - 23:15

  • Dewleta Tirk a dagirker bi esker û çeteyên xwe li Girê Spî ya dagirkirî 3 sivîlên din revandin. Her wiha MÎT'a Tirk jî li gundê Sariya kesek revand. 

Dewleta Tirk a dagirker bi esker û çeteyên xwe li Girê Spî ya dagirkirî 3 sivîlên din revandin. Her wiha MÎT'a Tirk jî li gundê Sariya kesek revand. 

Jêdereke bawerî pê bê, da zanîn ku li bejahiya Kantona Girê Spî çeteyan li navçeya Silûkê li bajarokê Hemam Tirkmen pêngava revandinê daye destpêkirin. Hat zanîn ku çeteyan li navçeya Silûkê ji eşîra Cês, Ibrahîm Gedro û Mihemed Sayir El-Şêwax revandine.

Wekî din hat zanîn ku çeteyên dagirker pêr ji eşîra Turkmen Tobalê, kesê bi navê Ebd Fewaz El-Himêdî ji bajarokê Heman Tirkmen revandiye.

Her wiha diyar bû ku El-Himêdî beriya niha jî hatiye revandin, ji bo ku xizmên wî bêne berdan 10 hezar dolar fîdye daye dagirkeran.

Li gorî çavkaniyên herêmî îstîxbarata dewleta Tirk a dagiker (MÎT) welatiyê bi navê Şukrî Mihemed Ebdo (65) ji gundê Sariya yê navçeya Mabata yê Efrînê revandiye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Ebdo li pêş çavê xelkê gund hatiye revandin û dagirkeran ew ber bi cihekî nediyar ve biriye.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.