Pênaseya şênber a fedakariyê

În 21 Hezîran 2024 - 02:45

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got:’’Hevrêyên me Akîf û Bager, bûne îfadeya herî şênber a fedakariya gerîlatiyê qonaxa nû.’’

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya derbarê gerîlayên şehîd de wiha ye:’’14’ê Hezîrana 2024’an li Qada Berxwedanê ya Dola Maran a herêma Avaşînê, di êrişa dijmin de, milîtanên APO’yî yên hêja, Akîf Gabar ê Bager Kurdistan şehîd bûn. Hevrêyên me Akîf û Bager ku divê ciwanên Kurdistanê pê serbilind bin û ji xwe re mînak bigrin, di heman demê de bûn nîşana herî şênber a divê li dijî dewleta Tirk a dagirker, divê çawa têkoşîn bê meşandin. Hevrêyên me Akîf û Bager bûn nûnerê felsefeya APO’yî. Di heman demê de bûn îfadeya herî şênber a fedakariya gerîlatiya qonaxa nû. 

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahî gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe, teqez bigîhînin serketinê.

Hevrêyê me Akîf li navçeya Silopî ya Şirnexê, di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Spêrtî jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Akîf bi wêrekî û fedakariya xwe ya di qada şer de, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Di heman demê de bi kesayeta xwe ya durust û paqij, hem di şer de hem jî di jiyanê de, bû milîtanekî APO’yî yê mînak. 

Hevrêyê me Bager, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Ji sala 2012’an ve di qonaxên şoreşa Rojava de, weke ciwanekî Kurd hewl da erkên xwe bicîh bîne. Piştre ji bo mezinkirina têkoşînê berê xwe çiyayên Kurdistanê. Bi kesayeta xwe ya kedkar ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Her kêliya xwe li ser lêhûrbûna derb lêdana dijmin derbas kir."

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne:

Akîf Gabar (Selman Yalvaç), li Şirnexê jidayîk bûye, 14’ê Hezîrana 2024’an li Avaşînê şehîd bû.

Bager Kurdistan (Nûreddîn Mihemed Sîno), li Amûdê jidayîk bûye, 14’ê Hezîrana 2024’an li Avaşînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.