Hikûmeta Lîtwanyayê hikûmeta Belarûsê ji ber gelek sedeman rexne dike. Li van sedeman niha penaberên Kurd ên ji Başûr û Rojava zêde bûn.
Lîtwanya weke yekê ji dijwartirîn rexnekerên hikûmeta Lukaşenko ya Belarûsê tê zanîn. Niha jî Lîtwanya hikûmeta Lukaşenko gunehbar dike ku bi qest penaberên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê tîne ser sînorên wê. Ji destpêka salê ve Lîtwanyayê li ser sînorê xwe yê bi Belarûsê re bêhtirî 3 hezar Kurd girtine.
Tevî ku hikûmeta Lîtwanî hikûmeta Belarûsê bi vî rengî gunehbar dike jî, Lukaşenko vê yekê red dike. Ajansa parastina sînor a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Frontexê jî îdîa kiribû ku wan tesbît kiriye ku wesaîteke fermî ya dewletê ya Belarûsê refaqetî penaberan kiriye heta ku ew gihandine sînor. Niha nûçe nîşan didn ku Belarûs penaberên ku Lîtwanya wan dersînor dike jî li ser sînor asê dike. Ji vê jî diyar e di navbera her du welatan de wê aloziyê dijwartir bibe.
VÎLNIYÛS