Penaberê Kurd li Yewnanistanê hat kuştin
Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 21:45
- Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Penaberan, ragihand ku li Yewnenistanê di şer û nakokiyên navbera hejmarek koçberan de 2 kes hatine kuştin û yek ji wan Kurd bûye.
Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Penaberan, ragihand ku li Yewnenistanê di şer û nakokiyên navbera hejmarek koçberan de 2 kes hatine kuştin û yek ji wan Kurd bûye. Rêxistinê da zanîn ku ev şer, gava ku penaberan dixwest ji Yewnanistanê derbasî welatekî din ê Ewrûpayê bibin, qewimiye.
Li gorî Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Penaberan, 18’ê Hezîranê komek koçberên Kurd û Ereb ji Yewnanistanê berê xwe dane ber bi welatekî din ê Ewrûpayê. Li nêzî Kozofo di navbera wan de nakokî û şer çêbûye. Di şer de 2 kes hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne. Yek ji kuştiyan ciwanekî Kurd ê ji Hewlêrê ye.
Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Penaberan ragihand ku navê wî Kurdê kuştî Şêrko Hesen e, ew 31 salî ye û ev 3 sal bûn ji bo ku xwe bigihîjîne rojavayê Ewrûpayê dabû ser rêyan.
Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Penaberan eşkere kir ku malbata wî ji wan xwestiye ku cenaze bînin Herêma Kurdistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN