Rêxistina PEN a Navneteweyî xwest, 6 sal û 3 meh cezayê hepsê yê li nivîskar Gulgeş Deryaspî hatiye birrîn, bê betalkirin. Ceza bi îdîaya "endametiya rêxistinê" lê hatiye birrîn. 

Saziyê diyar kir ku Deryaspî ji ber nivîsên xwe yên li ser çand û zimanê Kurdî bûye hedef û ji ber vê yekê jî xwest ku cezayê girtîgehê yê lê hatiye birrîn bê betalkirin.

Saziyê bang li endamên xwe hemûyan kir da ku ji bo Deryaspî peyamê bişînin ji rayedarên Tirk re û xwest, dawî li dadgehkirina rojnamevan û nivîskarên li Tirkiyeyê bê anîn.

PEN'ê her wiha xwest dawî li zext û zordariya li herêmên Kurdan bê anîn û çareseriyeke aştiyane bê peydakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN