ERKAN GULBAHÇE/SAARBRÜCKEN

 

Li eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê, polêsê Elman bi ser komele û malên Kurdan de girt. Kurdan bi çalakiya li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Saarbrueckenê ev êriş û hewldanên krîmînalîzekirinê rûreş kir. 

Dewleta Elman ev êrişên xwe spartin xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman. Polêsên Saarlandê û yên ji Koblenzê êrişên li dijî komele û malê Kurdan bi rê ve birin. Polêsan bi ser NCDK a Saarbruckenê, mal û dikanên Kurdan ên li Beckingen, Losheim, Volklingen û Ilinge de girt. Ev serdegirtin û êriş, saet 5 sibehê bi awayekî hevçax hatin kirin.

 

Deriyê komeleyê şikandin

Polêsan deriyê NCDK a Saarbruckenê şikand û wiha ketin hundirê avahiyê. Polêsan tiştên komeleyê avêtin nav hev, kompûter, dosyayên lîsteyên endaman û gelek belegeyên din jî desteser kirin. Polêsan li mal û dikaên çar Kurdan de jî girt. 

Serdozgeriya Koblenzê û Navenda Polês a Saarlandê vê lêpirsîna sedema êrişê, bi rê ve dibin. Ew lêpirsînê disipêrin xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman. Ev qanûn, li Elmanyayê esas ji bo krîmînalîzekirina Kurdan tê bikaranîn. Gunehbarî dîsa weke carê ye: endametiya PKK´ê, organîzekirina çalakî û xwepêşandanan.

 

Çalakî hemû qanûnî ne

Polêsê Elman bi ser mala Mahmûd Elmas de jî girt û ew qasekî kire nezaretê jî. Wî got, “Polêsan berê sibehê bi ser malê de girt. Tişt û mişt hem û avêtin nav hev. Ji ber çalakiyên li bajêr tohmetbariyên wan hene. Tevahiya çalakiyên me qanûnî ne.”

Hevserokê NCDK a Saarbruckenê Murat Kaplan jî nerazîbûn nîşanî serdegirtin û êrişa polêsan da û got, “Komeleya me li gorî qanûnên Elmanyayê hatiye avakirin û li gorî wan jî xebatên xwe dike. Li welatê me şerek heye. Em jî nerazîbûna xwe ya ji şerî di çarçoveya qanûnî de bi çalakiyan îfade dikin. Çalakî hemû jî bi destûra li meqamên Elman tên lidarxistin. Bi êrişê hewl didin me krîmînalîze bikin. Em ê bi rêyên hiqûqî li mafên xwe bigerin.”

 

Nebin hevparê sûc!

Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut jî got, ev serdegirtin, dewama siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan e li Elmnayayê û wiha dewam kir:  “Em vê helwêsta wan rûreş dikin. Ev ne ya pêşî ye; Elmanya zextên li ser Kurdan zêde dike. Kurd li van komeleyan xwe bi rêxistin dikin, ziman û çanda xwe diparêzin. Ew li komeleyan tên cem hev û ev der malên wan in. Hîna nû nasnameyên wan gerîlayan hatin eşkerekirin ku bi sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûne. Asta êrişên dewleta Tirk li holê ye. Divê bêdengiya Ewrûpayê beramberî vê bi dawî bibe. Lazim e ku bi serdegirtinên bi vî rengî nebin hevparê vî sûcê qirkirinê. Miletê me, derdorên demokratîk jî divê beramberî van êrişan bêdeng nemînin, lazim e nerazîbûna xwe nîşan bidin.”