- Ji bilî ciwanan, gelek dengên din ji nava partiya wê jî dixwazin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar bike.
Doh beriya ku Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock biçe Stenbolê, rêxistina ciwanan a partiya wê Grüne Juegend (Ciwanên Keskan) zext lê kirin di warê bêhelwêstbûna wê ya beramberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî “Kurdan”. Ji bilî ciwanan, gelek dengên din ji nava partiya wê jî dixwazin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar bike.
Li gorî nûçeya di rojnameya Elman Die Tageszeitung (TAZ) de Hevseroka Grüne Jugend, Sarah-Lee Heinrich got, “Erdogan demeke zêde dirêj karî ya dilê xwe bike. Êdî divê ev bi dawî bibe. Koalîsyona nû divê şaşiyên siayseta derve yên kujer ên hikûmetên beriya xwe dubare neke. Heger dewleta Tirk bi piştqewînbûna endametiya NATO´yê ji encam û cezayan netirse, hingê ew ê van zêdekirina şidet û şerê xwe heta asta herî jor jî bibe.”
Nirxên çi û halê çi!
Hevseroka Grüne Jugend Sarah-Lee Heinrich got, ji ber vê yekê giring e ku hikûmeta federal a Elman û hevgirên wê êrişên dewleta Tirk weke “êrişên li dijî hiqûqa navneteweyî” şermezar bikin: “Ha ji bo vê hikûmeta federal divê hewl bide. Pêdiviya mirovên li Rojava bi piştgiriya me heye.”
Wê got, qehremanên şerê li dijî DAIŞ´ê niha beramberî êrişên dewleta Tirk tenê tên hiştin. Hevseroka Grüne Jugend Sarah-Lee Heinrich bal bire ser “siyaseta derve ya li gorî nirxan” a ku Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock dibêje, ew vê siyaseta derve bi rê ve dibe. Sarah-Lee Heinrich got, lê tenêhiştina qehremanên Rojava “ti elaqeya wê bi siyaseta derve ya li gorî nirxan re nîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN