SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên perwerde, nivîsandin û weşangeriya bi Kurmancî bi pêvajoya şoreşê re berfireh û kûrtir bûn. Di rewşa niha de yek ji 3 zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser Kurmancî ye. Her wiha di pergala perwerdeyê de jî zimanekî sereke ye. Dîsa bi şoreşê re ragihandin û weşangeriya bi Kurmancî jî zêdetir bi pêş ket. Li gel vê bipêşketinê nîqaş û gotubêjên ji bo zimanekî hevgirtî yê nivîs û weşanê derkete holê û demeke dirêj e xebatên zanistî ji bo vê tên meşandin. 

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) pêşengiya van xebatan dike, û ji sala 2020’an ve li ser gramerê kar da meşandin. Di encama lêkolînên 3 salan de berhemeke giranbûha derxist holê.

Bermeha ji aliyê endamên SZK’ê Ferhad Musa û Viyan Hesen ve bi navê Rêzimana Kurmancî hatiye amadekirin, di 2023’yan de li Qamişlo wekî pirtûk hatiye çapkirin û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve jî hatiye erêkirin.

Pirtûka ku yekemîn berhema SZK’ê ye ji beşên, “dengnasî, morfolojî (peyvsazî), ristesazî (hevoksazî), watenasî, rastnivîsîn û xalbendî” pêk tê.

Pirtûk, di encama nêrînên kesayet û saziyên ziman ên li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat de hatiye amadekirin û ji bo tevahiya saziyên rêveberiya xweser, pergala perwerde û weşangeriyê weke çavkaniyeke referansê tê dîtin.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û yek ji amadekarên pirtûkê Viyan Hesen derbarê pirtûkê de axivî.

 

Ji bo sala 2024’an esas e

Li gorî agahiyên ku Viyan Hesen dane, pirtûk wê ji sala nû ya perwerde û hîndekariyê (2024-2025) de di pergala perwerdeyê de esas be. Di vê çarçoveyê de mamosteyên Kurmancî wê têkildarî berhemê werin agahdakirin, perwerdekirin. Her wiha ji saziyên Rêveberiya Xweser û weşanê hemûyan re jî were şandin. 
Viyan Hesenê da zanîn ku armanca amadekirina vê berhemê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê standartekê ji bo Kurmancî ava bikin. Viyan Hesenê got, “Ev demeke dirêj e, li Rojava li hemû qadên jiyanê zimanê Kurdî tê bikaranîn, lewma pêdivî bi rêzimaneke yekgirtî heye” û dewam kir: “Ev pirtûk jî bi heman armancê hatiye amadekirin. Berhem ji aliyê SZK’ê, kesayet û dezgehên ziman ên li Kurdistanê û derveyî welat ve hatiye nirxandin; li gorî nirxandinên hevpar şeklê dawî hatiye dayîn.

 

SZK ji sala 2007’an ve dixebite

Viyan Hesen anî ziman ku ew ê li ser berhemê dîsa nihêrîn û pêşniyazan bigirin; heger xalên girîng û cuda derkevin holê jî, ew ê pirtûkê li gorî vê dîsa sererast bikin û çap bikin.

Hevseroka SZK`ê Viyan Hesenê da zanîn ku di warê ziman de ew amadekariyên derxistina berhemên nû dikin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji 2007`an ve li Rojavayê Kurdistanê dixebite. Sala 2019`an di bin sîwana wê de Navenda Lêkolînên Zimanê Kurdî hat vekirin. Rêzimana Kurmancî jî, berhemeke vê navendê ye.