Pê li sicadan kirin!

Duşem 11 Nîsan 2022 - 22:27

  • Parlamenterê HDP´ê Hasan Ozguneş: Vê hişmendiya faşîzan di meha Remezanê de jî êriş kir. Ev, durûtî û bêhiqûqî ye. Mirov hinekî biexlaq dibe, piçekî şerm divê bi mirovî re hebe. Hûn ne bi qanûnî û ne jî biexlaqî tevdigerin.

Polîsan doh sibehê bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt û 5 HDP’î kirin nezaretê. Serdegirtina avahiya partiyê bi çalakiyekê hate protestokirin. 

Hêzên polîsên tîmên taybet, doh serê sibehê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girt û 5 kes kirin nezaretê.

Di serdegirtinê de deriyên avahiyê hatin şikandin û polêsan bi botên xwe dan ser cilnimêjan. Polêsan du saetan li avahiya HDP’ê lêgerîn kir û piştre jî li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr, li gundê Dîrseklî û li xaniyên komelî yên Dîrsekliyê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart, ji rêveberên HDP’ê yên navçeyê ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de hatibû şehîdkirin, Esmer Çikmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Maruz Erîş û Şerîf Elçîoglu hatin binçavkirin. Rêxistina HDP’a Cizîrê li dijî êrişa li ser avahiya wan hatiye kirin, li ber deriyê partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dîmenên wehşetê” hate hilgirtin.

Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, hevşaredarên HDP’ê yên Silopiyayê, aktivîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Botan serî natewîne

Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku bi awayekî nehiqûqî bi ser avahiya partiya wan de hatiye girtin û got: “Di dema serdegirtinê de avahiya partiyê tevlîhev  kirin, hevserok û hevalên me yên rêveber hatin binçavkirin. Sedema vê êrişê, bêtehemûliya li hemberî 8’ê Adar û Newrozê ye. Lê divê ji bîr nekin ku gelê Botanê û Kurd dê serî li ber van polîtîkayên qirêj netewînin.

Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin û paş de gav neavêjin.” 
 
Encama dijminatiyê ye 

Piştre parlamenter Nûran Îmîr got, her cara ku AKP-MHP tengav dibin, êrişî partiya wan dikin: “Bi van êrişan hewl didin xwe rewa nîşan bidin. Lê ew tiştekî her tim ji bîr dikin, her êrişeke wan, me bêhtir, xurt û mezin dike. Ev êrişa hovane encama dijminatiya li dijî Kurdan e.

Îsbata xweranegirtina li hebûna gelê Kurd e. Ev bi sedan sal in, em Kurd hebûn, em îro jî hene û em dê her hebin jî. Ti polîtîka û zextên we dê nikaribin pêşiyê li ber têkoşîna me bigirin.” 

Di Remezanê de êriş kirin

Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û got, “Faşîzma we ya olîgarşîk her carê li ser televîzyonan qala ol û girîngiya wê dike. Lê vê hişmendiya faşîzan di meha Remezanê de jî êriş kir. Ev, durûtî û bêhiqûqî ye. Roj naçe ku hûn ji me re nebêjin teror. Îcar îro çi bû, duh çi bû? Ma kesek hate kuştin? Ma em li eniya şer in? Mirov hinek biexlaq dibe, piçekî şerm divê bi mirovî re hebe. Hûn ne bi qanûnî û ne jî biexlaqî tevdigerin. Ka ji min re bibêjin, çi hebû, çi çêbû? Ma hûn nikarin bangî rêveberan bikin û derî bi mifteyan vekin? Di zêhniyeta we de ruhê terorê heye. Li gorî pîvanên exlaqî tevbigerin. Em ê li dijî her kirina we ya dermirovî têbikoşin.” 
 
Bijî berxwedana Botanê

Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakiya xwe dirûşmên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Bijî berxwedana Botanê” bi dawî kirin. 

Li dijî êrişan, bi tevlibûna rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan li avahiya HDP’a Cizîrê 3 rojan nobet wê bê girtin.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.