Pê li ciwanekî din kirin
Şemî 15 Cotmeh 2022 - 01:39
Li navçeya Colemêrgê Geverê, wesayîteke zirxî ya polêsên dagirkeriya Tirk li ciwanekî xist. H.A. yê 17 salî bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, wesayîta bi tîpa Ranger a polêsan li Geverê li H.A. yê 17 salî xist.
Ciwanê bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Ji ber rewşa wî giran e, ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.
Wesayitên zirxî yên dewleta Tirk li bajarên Kurdan gefeke mezin e. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan di navbera salên 2008 û 2021'ê de di nava 13 salan de 42 kes bi wesayîtên zirxî hatin qetilkirin û 20 ji wan zarok bûn.
COLEMÊRG