’PDK’ê Şengal da DAIŞ’ê’

Çarşem 4 Gulan 2022 - 22:24

  • Piştî îdîayên Malbenda PDK´ê li Şengalê, YNK´ê bersiva PDK´ê da û got, PDK´ê li şûna bi 12 hezar pêşmergeyan parastina Şengalê bike, Şengal da dest DAIŞ´ê.

Piştî ku PDK´ê pêr îdîa kir tenê PDK dikare Şengalê biparêze, YNK´ê doh bersiv da vê îdîaya PDK´ê. Wê di vê daxuyaniya xwe de got, PDK vegera li şengalê asteng dike da ku sûdê wergire ji dengên xelkê di wargehan de. 

Malbenda Şengalê ya YNK’ê ragihand ku aliyên dibêjin, ew ê bi 12 hezar pêşmerge parastina Şengalê bikin, di dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de, xelkê Şengalê radestî DAIŞ’ê kirin û reviyan.

Şaxa 17’ê ya PDK’ê doh bi daxuyaniyekê îdîa kiribû ku ji bilî PDK’ê ti hêza din nikare Şengalê biparêze.

YNK’ê xwe gelekî aciz kir û bi tundî bersiva PDK’ê da. Malbenda 15´an a YNK’ê a li Şengalê, derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Malbenda YNK’ê ya Şengalê di daxuyaniya xwe de got, “We (PDK) behsa wê kir ku xelkê Şengalê şahid e ka kê qurbanî û xwîn di dema êrişa çeteyên DAIŞ´ê ya li dijî Şengalê de daye. Rastî ev e: Hûn bûn ên ku desthilata Şengalê di destê wa de bû û berpirsê şaxa we bû, digot, em ê bi 12 hezar pêşmergeyan şer bikin.

Lê di rastiyê de şevekê beriya êrişa li dijî Şengalê, ferman ji were hat ku hûn yek fîşekê neteqînin û vekişin. Berpirsê şaxa we bû digot, em ê Şengalê çol û vala nekin. Lê we li pêşiya her kesî, dev ji Şengalê berda, xelkê sivîl di destê DAIŞ’ê de hêla û niha jî xelkê Şengalê hemû şahid e ku we Şengal da deszt DAIŞ’ê.”

YNK her li Şengalê bû

YNK derbarê rizgarkirina Şengalê de jî bersiva PDK’ê da û got; “We behsa pêvajoya azadkirina Şengalê kir, ya rastî ew e ku YNK’ê gelek çek û teqemenî bi rêya Suriyeyê şand xaka Şengalê. Heta niha YNK´ê yek deqîqeyê jî Şengal bernedaye, mil bi milê xelkê Şengalê tevlî pêvajoya azadkirina Şengalê bûye. Hinek pêşmegeyên YNK’ê yên ser bi lîwaya 111 di vê pêvajoya azadkirina Şengalê de şehîd bûne.”

PDK nahêle xelk vegere Şengal

Di dewama daxuyaniya YNK’ê de behsa zextên PDK’ê yên di dema hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de li ser Êzîdiyan jî hate kirin û hat gotin, “Di dema hilbijartinê de bi çêkirina tirs û xofê, we gef li tevahiya xelkê di nava wargehan de xwar. We got, çi kesê deng nede PDK’ê wê ji wargehê were derxistin. Ji bo ku hûn sûdê ji dengê wan bigirin, we rê neda xelkê Şengalê vegere ser xaka xwe.”

YNK’ê herî dawî got, divê rewşa Şengalê aram bibe, xizmet ji bo herêmê were kirin û rê were dayîn da ku xelkê Şengalê vegere ser warê xwe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.