PDK’ê maske jî desteser kiribûn

Pêncşem 20 Cotmeh 2022 - 03:54

Ji destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê yên îsal û vir ve di nava 6 mehan de li Qadên berxwedanê 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş li dijî gerîlayên azadiyê pêk hatine û sûcên şer hatine kirin. PDK’ê ji berî niha dest danîbû li ser maskeyê ji bo gerîla diçûn û piştre jî rê neda şandeyên biyanî biçin qadê bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bike. Ji 14´ê Nîsanê ve di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de bi giştî 46 gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şehîd bûne.  

Tevî dewamkirina êrişan, PDK rê nade şandeyên biyanî biçin serdana herêmê û bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bike. Di 17’ê Nîsana 2022’yan de PDK’ê bi xwe ragihand ku wê dest daniye li ser hezar û 200 maskeyên ji bo gerîlayên azadiyê diçûn.

Heyeta Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî li dijî Şerê Nukleer (IPPNW) ya ku Dr. Josef Savary û Dr. Jan van Aken tê de bûn, dixwest biçe herêmên çekên kîmyewî li wan hatine bikaranîn, lê PDK´ê rê neda heyet biçe Herêmên Parastina Medyayê.

Şandeyê serdana Amêdiyê kir û hewl da ku xwe bigihîne gundê Hirur û Kanî Masiyê, lê qeymeqamê Amêdiyê destûr neda ku heyet biçe li wan deveran bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike û li serê raporê amade bike.

Heyeta IPPNW´ê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya bi destê dewleta Tirk, raporek amade kir. Di raporê de wê got, “Delîl hatin bidestxistin, bila lêpirsîn were destpêkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.