PDK’ê em matmayî kirin

În 9 Sibat 2024 - 00:55

Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Erebî Ezam Hemedanî derbarê belavkirina postên encûmena parêzgeha Kerkûkê û lihevkirina li gel PDK’ê de ji medya Iraqê re axivî.

Ezam Hemedan da zanîn ku matmayî man ku beriya du rojan şandeya PDK’ê li Silêmaniyê li gel Bafil Talebanî civiya û qala lihevkirina li ser belavkirina postê waliyê Kerkûkê kiriye û got: “Weke Hevpeymaniya Erebî, Tirkmen û PDK’ê li ser belavkirina postan me lihevkiribû ku postê walî ji bo Ereban, serokê encûmenê ji bo Tirkmenan û cîgirê yekem yê walî ji bo PDK’ê bû. Ji bo wê civîna PDK’ê û YNK’ê hişt ku em şok bibin.”

Ezam Hemedan her wiha ragihand ku Tirkiye jî di belavkirina postan de cih digire û siyaseta PDK’ê jî nêzîkî ya Tirkiyeyê ye ku li gorî nêrîna wan PDK û hevpeymaniya Ereb û Tirkmen li hev kirin. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hevpeymaniya Erebî derdikeve holê ku PDK li navxweyiya Herêmê û derve siyasetek du alî dimeşîne. Ji ber hinek berjewendiyên madî, li gel Tirkmen û Ereban lihevkirin dike. Li aliyê din jî wiha nîşan dide ku li gel hizbên Kurdî yeke û ti pirsgirêkek nîne.

Hêjayî gotinêye ku di 4’ê Sibatê de Şandeya Mekteba Siyasî ya YNK’ê û PDK’ê li Silêmaniyê civiyan, piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş hate ragihandin ku di civînê de behsa pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de, herwiha hilbijartinên encûmên parêzgehan taybet jî Kerkûkê hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê YNK û PDK ji bo diyarkirina waliyek Kurd ji bo Kerkûkê, hemfikir in. Herwiha hate gotin ku erkê PDK û YNK ye, bi hemû aliyên Kurdistanî re, statû û destkeftiyên herêmê biparêzin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.