PDK’ê dest daniye ser mûçeyan

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:13

Dadgeha Federal biryar daye ku muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya vekirina hesabên li bankên ser bi hikûmeta Iraqê were dabeşkirin. Lê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê lîstokên xwe yên li ser muçeyê xelkê berdewam dike û dibêje:“Divê dabeşkirina muçe bi rêya ‘hejmara min’ were dabeşkirin. Ji bo vê yekê jî ji meha Sibatê ve hewl dide bi zextan karmend û muçexweran tevli wê projeya xwe bike.

Hikûmeta demborî ya Herêmê bi rêya dabeşkirina formek bi ser tevayî sazî û dezgehên hikûmetê de karmendan neçar dike ku her yek ji wan hejmarek bankê li yek ji bankên RT Bank, National Bank, BBAC û Iraqi Îslamic Bankê vekin.

Di forma ku li sazî û dezgehan belavkiriye de tevayî zanyariyên karmendan tê de tê xwestin ji bo ku hejmarek bankê vekin û tevlî projeya hikûmeta demborî ya bi navê ‘hejmara min’ bibin. Her wiha ji karmendan re hatiye gotin, ger formê tije nekin û tevlî projeyê nebin, wê muçeyê meha Adarê bi rêya ‘hejmara min’ bê dayîn û yên tevlî nebûne wê nikaribin muçeyê meha Adarê wergirin. Niha muçeyê sê mehên sala borî û du muçeyên îsal nehatine dabeşkirin. Ango nêzî şeş mehin muçexwerên Herêmê tenê yek muçe wergirtine. Ev jî di demek de ye ku Wezareta Darayî ya Iraqê 560 milyar dînar ji bo dabeşkirina muçeyê xanenişînên medenî û leşkerî, çavdêriya civakî û karmendan şandiye. Lê ji ber neşandina muçeyê wezareta pêşmerge, asayîş û encûmena asayîşê, hikûmeta demborî ya Herêmê dest bi ser wî pereyî de wergirtiye û muçe dabeş nake.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.