PDK’ê çi soz da Tirkmenan?

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 02:53

Eşkere bû ku wê dewleta Tirk bi rêya Tirkmenên li Iraqê piştgiriyê bide namzetên PDK’ê. Tê gotin Tirkmenan ji PDK’ê xwestiye li hemberî dengên wan, Tirkmen di nava wezaretan de werin wezîfedarkirin û li Hewlêrê jî kursiyek ji bo Tirkmenan were veqetandin.

10’ê Cotmeha 2021’an hilbijartinên pêşwext yên Iraqê pêk tê. Ji niha de namzetên partiyên siyasî û serbixwe ketine pêşbirkê û dest bi propagandayê dikin.

Esas dewleta Tirk destekê dide

Di 27’ê Îlona 2021’an de şandek PDK’ê li Hewlêrê bi aliyên Tirkmen re civiya û lihevkirinek di nava wan de çêbû. Piştî wê eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker wê bi rêya Tirkmenan piştgiriya namzetên PDK’ê bike.

Di encama civîna PDK’ê ya bi Tirkmenan re, 19 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan biryar dan ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de dengê xwe bidin namzetên PDK’ê. 

PDK’ê soz da Tirkmenan

Li gorî agahiyên RojNewsê, sedema piştgiriya Tirkmenan ya ji bo namzetên PDK’ê, wergirtina hinek erk û rêveberiyên di nava wezaretan de ye.
Tê gotin, Tirkmen li Hewlêrê dixwazin di hilbijartinên Iraqê de PDK kursiyek bide wan, herwiha endamên wan di nava wezaretan de jî werin wezîfedar kirin. Li gorî agahiyên li ber destê ajansa me, PDK ji bo vê soz daye Tirkmenan.

Li ser mijarê Cemîl Bayik hişyarî dabû

Hêjayî gotinê ye Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik kû beriya çend rojan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bibû, derbarê metirsiya dewleta Tirk ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê a bi rêya Tirkmenan hişyarî da bû.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser vê mijarê gotibû; “Dewleta Tirk dixwaze her kesî bitirsîne, serî li her kesî bide tewandin. Dewleta Tirk amadekariya wê dike ku dema firsend û zemîn dît wê temamiya Başûr dagir bike. Ji ber vê yekê bi Tirkmenan re dixebite. Tirkmenan ji vê yekê re amade dike. Dixwaze li Başûr tevlîheviyê çêbike, bi hinceta ‘Em ê Tirkmenan biparêzin’ temamiya herêmê dagir bike. Amadekariyê ji bo vê yekê dike. Divê xelkê me yê Başûr vê yekê bibîne. Eger îro li ber êrişên dewleta Tirk ranebe dibe ku sibe dereng be.
Navê partî û aliyên Tirkmenan ku wê dengê xwe bidin PDK’ê evin:
1 – Partiya Geşepêdana Tirkmen
2 – Partiya Çaksaziya Tirkmen
3 – Partiya Gel a Tirkmen
4 – Komeleya Lîberal a Tirkmen
5 – Partiya Demokrat a Tirkmen
6 – Tevgera Bêalî ya Tirkmen
7 – Ocaxa Tirkmenî
8 – Tevgera Demokrat a Tirkmenî
9 – Partiya Rizgariya Netewî ya Tirkmenî
10 – Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmen
11 – Partiya Yekitiya Tirkmenî
12 – Partiya Şiroq a Tirkmenî
13 – Bereya Tirkmenî – Serkirdatiya Şer’î – Tilefer
14 – Fraksiyonên Tirkmenan a Encûmena Parêzgehê
15 – Rêxistina Tolay a Karûbarên Tirkmenî
16 – Yekitiya Wêje û Nivîskarên Tirkmenî
17 – Yekitiya Ciwan û Xwandekarên Tirkmenî
18 – Nûnerên Tirkmen li Encûmena Ciwanên Kurdistanê
19 – Mala Tirkmenan

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.