• PDK bi polîtîkayên xwe, bi dorgirtina li herêmên gerîla û bi êrişên xwe, şer ferz dike û bingeh ji vê yekê re amade dike. Li ser tevgera me teslîmiyetê ferz dike, ferz dike ku tevgera me dest ji têkoşîna li dijî dewleta Tirk berde. 

KCK’ê diyar kir ku PDK bi êrişên li dijî gerîla bûye hevparê konsepta dewleta Tirk a ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û bang li gel û raya giştî ya Kurd kir da ku bi helwêsteke vekirî li ber vê yekê rabin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên PDK’ê got, ”Komeke gerîla ya ji 7 kesan, dema hewl dida ji herêmeke gerîla biçe herêmeke din a gerîla, PDK’ê li devera Xelîfanê kemîn danî ber û êriş bir ser vê komê. Beriya niha kemîn danîbû ber komeke gerîla ya ji 3 kesan û êriş biribû ser wan jî. Hîna jî li ser aqûbeta van 3 gerîlayan daxuyaniyek nedaye. HPG’ê ragihand ku 7 gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûne. Her wiha li Metînayê 7 berxwedêrên Zendûrayê ji aliyê hêzên dagirker ên ku sûd ji dorgirtina PDK’ê ya li gerîla wergirtin, hatin şehîdkirin. PDK bi vê helwêsta xwe bi rengekî eşkere xwe daye aliyê dewleta Tirk û li dijî gerîla ketiye nava şer.

PDK’ê bersiv da daxuyaniya HPG’ê û bi gotina ‘Çi karê gerîla li Xelîfanê heye’ berpirsyariya vê êrişê daye ser milê xwe. PDK ji bihara 2020’an ve hewl dide dor li herêmên gerîla bigire. Hewl dide rêyan hemûyan bigire, bi vî rengî nehêle ku gerîla ji deverekê derbasî devereke din bibe û liv û tevgera gerîla teng bike.

Jixwe kemîna ku beriya niha danîbû pêşiya 3 gerîlayan, her wiha kemîna ku li heman deverê danî pêşiya 7 gerîlayan, encamên vê dorgirtinê ne.

HPG xwe ji şerê PDK´ê vedigire

Bi gotina ‘Çi karê gerîla li Xelîfanê neye’ dixwaze êrişên li dijî gerîla rewa bike. HPG’ê di daxuyaniya xwe de bi taybetî destnîşan kir ku ew heta niha xwe ji şerekî mumkin ê PDK´ê li ser wan ferz dike, vedigire. HPG’ê diyar kir, ku gerîla bi xwevegirtina ji şer, armanca PDK’ê ya derxistina şer pûç kir, lewma vê carê PDK bi rengekî yekalî dest bi êrişê kir. HPG’ê bi gotina ‘Em vê helwêsta PDK’ê ji wijdan û edaleta gelê Kurd re dihêlin’ bang li raya giştî û gelê Kurd kir da ku li dijî vê helwêstê tevbigere.

Gerîla ji bo gel li ber xwe dide

Gerîla çar meh û nîv e li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ji bo tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide. Dewleta Tirk li herêmên ku xwe gihandiyê, asê maye. Ji bo xwe ji vê çiravê rizgar bike, êrişî herêmên Şengal, Mexmûr, Penciwîn, Şehrazor û Rojava dike. Di demekê de ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişên dagirkeriyê dike û êrişî her devera Kurdistanê dike, hewldanên dorgirtin û êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla zêde bûne. Ev êriş bi rengekî eşkere bêhnê tîne ber dewleta Tirk. Ev yek hevkariya li konsepta tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

PDK zirarê dide gelê Kurd

Dewleta Tirk ji vê helwêsta PDK’ê cesaretê werdigire û êrişî Şengalê, Penciwîn, Mexmûr û Rojava dike. Têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re û êrişên hevpar ên li dijî PKK’ê, êdî zerarê didin destketî û têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, zerarê dide gelê Kurd. Ev polîtîkayên PDK’ê encamên welê bi xwe re tîne ku Kurdan hemûyan lawaz dike.

Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla zanin ku şerekî li dijî PDK’ê wê zerarên gelekî mezin bide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û paşerojê, lewma bi hesasiyeteke mezin xwe ji rewşeke bi vî rengî vedigirin. Heger ev rewş bi vî rengî dewam bike, di vê pêvajoya têkoşînê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû têne danîn, mîna di sedsala 20’an de bû, wê metirsî zêde bibin ku Kurd nikaribin bi xurtî cihê xwe di nava hevsengiyan de bigire.

Jixwe dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo di pêvajoyeke wiha siyasî de Kurd xurt nebin û statuyeke mayinde bi dest nexin, li her derê êriş dike.

Polîtîka û têkiliyên xwe yên dîplomatîk hemûyan ji bo pêşîgirtina li xurtbûna Kurdan bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe ya qirkirina Kurdan.

Gelê Kurd û raya giştî divê li hemberî vê rewşê bi rengekî eşkere helwêsta xwe nîşan bide. Heger bi gotina ‘Rêxistineke Kurd e, li qadekê serweriya xwe ya siyasî heye’ li dijî polîtîkayên PDK’ê helwêst neyê nîşandan, dibe ku rewşeke welê rû bide ku piştre jê poşman bibin. Li dijî têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re, li hemberî nêzîkatiyên PDK’ê yên dijminatiya li PKK’ê û li dijî êrişên li dijî gerîla divê partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê helwêsta welatparêziyê nîşan bidin. Ev rewş wê li çar parçeyên Kurdistanê hêzên siyasî jî qels bike. Wezîfe û berpirsyariya dîrokî ya gelê Kurd, rewşenbîr û hunermendên xwedî wijdan e ku bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li vê rewşê bigirin a ku zerareke mezin dide paşeroj û hebûna Kurdan.

PDK bi polîtîkayên xwe, bi dorgirtina li herêmên gerîla û bi êrişên xwe, şer ferz dike û bingeh ji vê yekê re amade dike. Li ser tevgera me teslîmiyetê ferz dike, her wiha ferz dike ku dest ji têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker berde. Tevî ku tevgera me ya azadiyê û hêzên me yên gerîla bi sebir û bi berpirsiyarî tevdigerin jî, PDK dest ji vê polîtîka û helwêsta xwe bernade. Ji ber vê yekê divê êdî rastî bi her awayî bêne dîtin.” 

Qey divê dijmin bikeve Hewlêrê?

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim got, PDK li aliyekî hevdîtinan dike û dibêje, ew ê xwişk û birayên xwe nekujin, lê li aliyê di jî xwe bi dagirkeran ve girê dide û îstîxbaratê dide wan: ”Dema sibe, dijmin ket Hewlêr û Silêmaniyê qey wê helwêstê nîşan bidin? Em ê guh nedin van rêxistinan, em ê guh bidin jinên Başûr. Heger yekîtiya xwe pêk bînin, wê bikarin dawî li şerê qirêj û nokeriyê bînin. Têkoşîn divê bê mezinkirin. Jinên Kurdistanî xwedî vê tecrûbe û ezmûnê ne. Ya girîng ew e ku tenê bi wêrekî biryara vê bê dayin. Ya mayî jî birêxistinbûn e.”

BEHDÎNAN