Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen ev 73 roj in ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin û agahî jê nayê girtin.
Rêveberiya Hewlêrê hemû bangên Nûnertiya Rêveberiya Xweser jî bêbersiv hiştin. Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021’ê dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçû pêşwaziya mêvanên xwe, saet di 03.00’an de li
Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn revandin.
Piştî 50 rojan Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan. Lê Cîhad Hesen bê hincet nehat berdan. Ev 73 roj in jî ku aqûbeta wî nediyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN