PDK’ê 2 endamên RJAK’ê berdan

Çarşem 8 Îlon 2021 - 03:37

PDK´ê 3 endamên RJAK´ê revandibûn. Ji van her sê endamên RJAK’ê PDK’ê Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hîna nû pêr pitî revandina wan bi 33 rojan derxist pêşberî dadgehê. Dadgehê ew bi kefalet berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hê jî revandî ye. 

Gava ku ji bibîranîna fermana 3´yê Tebaxê ya li Şengalê a bi minasebeta salvegera fermanê a 7´an ji Şengalê vedigeriyan, hêzên PDK´ê her sê endamên RJAK´ê li Hewlêrê li seytereya Kelekê revandibûn û demeke dirêj aqûbeta wan ne diyar bû. 

Piştî 33 rojan pêr êvarê bi biryara dadgehê û bi kefaletê endam û rêveberên RJAK´ê Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hê jî nehatiye berdan. Li ser mijarê ti daxuyaniyek jî nehat dayîn.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.