• KCK qala hewldanên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê dike û balê dikişîne ser helwêsta dijminane ya PDKʼê û dibêje: Em li bendê ne ku PDK xwe vekişîne cihên xwe yên berê. Divê Elmanya jî êdî di qirkirina Kurdan de nebe hevpar.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê dagirkeriya dewleta Tirk, ketina PDKʼê ya qadên gerîla û hewildanên ji bo pêşîgirtina şerê Kurd û Kurd de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi bîr xist ku hêzên gerîla 2 meh in li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk di nava berxwedaneke mezin de ne û got: “Di demekê de ku şerê navbera artêşa Tirk û gerîla giran bûye, PDK'ê hêzên xwe yên leşkerî li derdora gerîla civand, kete nava hêzên gerîla û ev yek li nava gel û raya giştî ya Kurd bû cihê tirs û fikaran. Fermandarê Giştî yê HPG'ê hevalê me Mûrat Karayilan ragihand, di demekê de ku şerê bi dewleta Tirk re dijwar bûye, PDK'ê hêzên xwe yên leşkerî li herêmeke ku 30 sal in hêzên leşkerî lê nîne bi cih kir û hişyar kir ku ev yek dikare bibe sedema şerê bi gerîla re. Tevî ku gelek hêz û derdoran bang kir, PDK'ê guh neda kesî, hêzên xwe yên leşkerî venekişand û bêhtir zêde kir. Vê yekê jî fikarên li nava gelê Kurd zêdetir kir.”

Hewldaneke welatparêz û demokratîk e

KCK bi bîr dixe ku di encama fikarên raya giştî de welatparêzên Kurdan û dostên wan xwe gurçûpêç kirine da ku pêşî li şer bigirin; nehêlin di navbera PKK û PDKʼê de şerek biqewime û ji bo vê ji Ewrûpa û Başûrê Kurdistanê xwestin biçin qadên şer, lê ev hewldana wan li astengiyên PDKʼê û dewleta Elmanyayê rast hatin. KCKʼê got: “Em, Kurd û dostên wan hemûyan ên tevlî hewldaneke wiha welatparêz û demokratîk bûne, bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên wan ên demokratîk wê di mijara rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina li şerekî ku PDK dixwaze bide destpêkirin, rola xwe hebe.”

Em li bendê ne PDK vekişe

KCK îşaret bi helwêsta dijminane ya PDKʼê li hemberî van hewldanên welatparêz û demokratîk dike û dibêje, gelê Kurd û raya giştî li pêşberî vê nêzîkatiyê matmayî ma, nerazîbûn nîşan da. Ev yek jî bû sedem ku bê gotin; PDK naxwaze şerê li dijî gerîla bê rawestandin. Jixwe em jî li bendê bûn ku bi PDK'ê re hevdîtinek bi wî rengî bê kirin, lê di nava vê bendewariyê de PDK'ê hîn bêhtir hêz li derdora gerîla kom kir. Lewma em jî matmayî man. Divê em careke din destnîşan bikin; em xwe ji şerekî li dijî PDK'ê vedigirin û rûdana şerekî bi vî rengî jî weke bicihhatina daxwaza dewleta Tirk dibînin. Ji ber vê yekê em hîn jî li bendê ne ku PDK hêza xwe ya leşkerî ji derdora gerîla vekişîne û li ast û qonaxa xwe ya berê vegere.”

Elmanya nebe hevparê sûcê qirkirinê!

KCK di daxuyaniya xwe de li hemberî heyetan qala helwêsta Elmanyayê jî dike û dibêje, ev hewldana demokratîk sivîl û aştiyane ku welatparêzên Kurd û dostên Kurd ên ji her gelî cihê xwe di nav de girt, hin rastî bêhtir raxist pêş çavan. Careke din eşkere bû ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rastiyan eşkere dike. Dewleta Elman qanûnên xwe û qanûnên navneteweyî binpê kir û nehişt ku Kurd û dostên wan bên Hewlêrê. Eşkere kir ku ev astengî jî ji bo xatirê Tirkiyeyê kiriye ku endamekî NATO'yê ye. Elmanyayê bi vî rengî nîşan da ku hevkarê herî mezin ê sûcê dewleta Tirk a qirker û mêtinger e. Hate dîtin ku Elmanya bi israr hevkariyê û piştevaniyê ji qirkirina Kurdan re dike.”

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê

KCK diyar dike ku welatparêzên Kurd û dostên Kurdan bi eşkerekirina vê rastiya Elmanya û PDK'ê hevkariyeke gelekî girîng li têkoşîna azadî û demokrasiyê kirine û dibêje, Kurd û dostên xwe yên li ber dagirkeriyê radibin û ji bo pêşî li şerekî PDK'ê yê bi gerîla re bigirin tevdigerin, dagirkeriya dewleta Tirk û helwêsta PDK'ê xistin rojevê û bi vî rengî kirin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê bibe xwedî zemînekî hîn berfireh a civakî û siyasî. Jixwe helwêsta li dijî dagirkeriyê û PDK'ê roj bi roj mezin dibe, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dibe xwedî piştgiriyeke xurtir a raya giştî û civakî. Li ser vî bingehî, em kes û hêzên ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ava kirine bi rêzdarî silav dikin û di karê wan de serketinê hêvî dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN