PDK xwe li DAIŞ’ê kerr dike
Duşem 13 Kanûn 2021 - 23:41
- Nêçîrvan Bulut: PDK ti gundan naparêze. Ji bo wê, tekane rêya parastinê, berxwedana gel û xwe bi rêxistinkirin e. Wek gelê Mexmûrê jî, ji bo ku wek gundê Xidircîce neyê serê me, divê em ji parastina xwe tawîzê nedin.
ARMANC HEREKOL / ROJNEWS/MEXMÛR
Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Wargeha Mexmûrê Nêçîrvan Bulut li ser tevgera DAIŞ’ê ya li Herêma Mexmûrê got, “PDK xwe li DAIŞ’ê kerr dike û kuştina pêşmergeyan ne xema Mala Barzanî ye. Tekane rêya xwe ji DAIŞ’ê parastinê, xwe bi rêxistinkirin e û divê gelê me ji derveyî sînorên wargehê jî gelekî baldar tevbigere.”
Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Nêçîrvan Bulut qala hebûna DAIŞ’ê kir û da zanîn ku ji sala 2014’an ve çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê hene û ev yek li ser tevahiya gelên derdorê metirsî ye.
‘PDK şerê DAIŞ’ê nake’
Nêçîrvan Bulut got, ji ber bêdengiya PDK’ê, niha DAIŞ ketiye nava liv û tevgerê: “PDK xwe li DAIŞ’ê kerr dike û ev xwekerrkirin dibe sedem ku DAIŞ li vê herêmê bi hêz bibe. Tevahiya rêyên ku DAIŞ bi kar tîne, nêzikî bendên kontrolê yên PDK’ê ne. Ti caran jî PDK’ê pêşiya wan çeteyan negirtiye. Ji ber vê jî niha zêdebûna DAIŞ’ê metirsiyeke mezin li ser Herêma Mexmûr çêdike. Armanca DAIŞ’ê ew e ku vê herêmê vala bike û ji bo xwe bike meydana leşkerî ya perwerdê. Di van demên nêz de êrişên DAIŞ’ê li ser gundan çêbûn û di encamê de gelek sivîl û pêşmerge hatin şehîdkirin, lê ya balkêş ew e ku heta niha ti kuştî yan jî birîndarên DAIŞ’ê çênebûne. Ev jî nêzikatiyên PDK’ê yên beramberî DAIŞ’ê dide diyarkirin. Li gorî agahiyên ku me ji derdorê bihîstî, dema ku sê bira û 10 pêşmerge li gundê Xidircîce hatîn kuştin, hêzên PDK’ê bi hewara gundiyan ve neçûne û gotine, ti ferman ji me re nehatiye û em li DAIŞ’ê nadin. Ev bê helwêstiya PDK’ê hemû rastiya wan derdixe holê.”
PDK wê xelkê dîsa neparêze
Nêçîrvan Bulut di dewamê de da zanîn ku gundên ku çeteyên DAIŞ’ê êriş birine ser wan, hemû dibin parastina PDK’ê de ne. Wî wekî din diyar kir ku çawa PDK’ê di 2014’an de gelê Başûr û bi taybet Mexmûr û Şengal bi komkûjiyan re rû bi rû hişt, niha jî heman tiştî dike.
Kî difiroşe, kî diparêze!
Nêçîrvan Bulut çekên giran ên hêzên PDK’ê bi bîr xist û got, “Gelek çekên giran û yên ferdî yên PDK’ê hebûn û di medya civakî de parve dikirin, gelo ka ev çek? Çima niha ew çekên wan li dijî çeteyên ku bi rojane pêşmergeyan dikujin, nayên bikaranîn? Divê gelê Başûr vê yekê bibîne. Her roj pêşmerge têne kuştin, lê ne xema Mala Barzanî ye. Hêzên HPG’ê çawa ku di salên 2014’an de gelê Başûr ji komkujiyê rizgar kir, niha jî nahêle tiştek bi gelê me bê. HPG’ê bang jî kiriye û wê dîsa me û gelê me yê derdorê biparêze, lê divê êdî gelê Başûr PDK’ê baş nas bike û bizane kî difroşe, kî diparêze.”
Bulut dibêje, tekane rêya jiyanê, berxwedan e û wihadewam kir: “Li dijî çeteyên DAIŞ’ê divê tevahiya gelê me û yê derdorê, parastina xwe bike. PDK ti gundan naparêze û mînakên vê yekê zehf in, ji bo wê tekane rêya parastinê, berxwedana gel û xwe bi rêxistinkirin e. Wek gelê Mexmûrê jî, ji bo ku em jî wek gundê Xidircîce nebin, divê em ji parastina xwe tawîzê nedin.”