Hevserokê Meclîsa Gel a Duholayê Salih Êzidîn Xelo bi bîr xist ku PDK'ê salên 1972 û 2014'an xiyanet li Şengalê kir û bi êrişên xwe yên vê dawiyê xiyanetê didomîne. Xelo pirsî "PDK bi kîjan rûyî dixwaze bê Şengalê?"
Xelo diyar kir ku ew ji êrişan natirsin û wê berxwedana xwe mezintir bikin û got: “Em van êrişên hovane yên li ser me û bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî êrişên Tirkan bi tundî şermezar dikin. Balefirên Tirk êrişî hêzên YBŞ’ê dikin, şervanên YBŞ’ê an birîndar dibin an jî şehîd dibin. Serokkomarê Iraqê Kazimî, Barzanî û Erdogan her sê van planan pêk tînin. Îro bi çi rûyî tu dibêjî ez ê werim Şengalê. Di sala 1972’an de jî te Şengal hêla, hemû sîlehên Êzidiyan kom kirin. Bila baş were zanîn heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li ber xwe bidin.”
Dayika bi navê Hemşê Reşîd a li Şengalê jî got: “Em ji balefirên Erdogan natirsin. Em van êrişên wan şermezar dikin. Zarokên Êzîdxanê mal û warê xwe diparêzin.”
ANF/ŞENGAL