PDK û Parastin berpirsiyar in

Çarşem 10 Gulan 2023 - 15:38

KCK'ê têkildarî Azîme Arsûn a nexweşa giran daxuyanî da ku li balafirgeha Hewlêrê hate girtin û got, "PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar e." KCK'ê bang kir da ku Azîme Arsûn radestî dewleta Tirk neyê kirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê li ser mijarê daxiuyanîd a û got, "Em di demeke dîrokî ya girîng de ne ku faşîzma Erdogan li ber têkçûnê ye. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me kiriye, bi dijminên Kurdan û nokerên xwe hemûyan, heta kêliya dawî êriş dike. Berxwedana Rêber Apo, gelê me û gerîlayên azadiyê, rejîma faşîst aniye ber hilweşînê.

Di nava konjonktureke bi vî rengî de endama têkoşîna azadiyê ya gelê me, hevala me Azîme Arsûn a ku nexweşeke giran e, li balafirgeha Hewlêrê hate binçavkirin. Hevala me Azîme, ji bo dermankirinê hewl dide biçe derveyî welat, ew li balafirgeha Hewlêrê hate rawestandin û hate binçavkirin. Di demeke kurt de ji aliyê PDK-Parastinê ve hate revandin û ew birin cihekî nayê zanîn. 

Nehêlin radestî dewleta Tirk bikin

Agahî hene, dibêjin, hevala me ji aliyê Parastinê ve hatiye revandin û radestî MÎT a dewleta Tirk hatiye kirin. Li ser vê mijarê agahiyeke piştrastkirî di destê me de nîne. Lê belê agahiya piştrastkirî û misoger ew e ku hevrêya me Azîme ji aliyê Parastinê ve bêyî ku qeydeke wê bê çêkirin, hatiye revandin. Lewma rîsk heye ku hevala me ya bi nexweşiya giran a dil, radestî dewleta Tirk bê kirin.

Şermeke gelekî mezin e ku PDK jineke Kurd a şoreşger bi vê rêbazê direvîne û ji bo têkiliyên qirêj ên bi dewleta Tirk re hewl dide bi kar bîne. PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar in. Em bang li raya giştî ya Kurdistanê û rêxistinên jinan hemûyan dikin da ku ji bo hînbûna aqûbeta hevala me Azîme Arsûn, bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin ku radestî dewleta Tirk bê kirin, ev yek wê bibe piştgiriyeke PDK'ê ya ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdoganê faşîst.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.