PDK sûcên Tirkan vedişêre
Çarşem 28 Îlon 2022 - 04:42
- Heyeteke Ewrûpî xwest li Amediyê, li gundên Kanî Masî û Hîro lêkolînan bike li ser bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk. PDK´ê rê li ber heyetê girt û nehişt heyet bi mexdûrekî çekên kîmyewî re bipeyive jî. PDK bi vî awayî yekser asteng dike ku sûcên dewleta Tirk ên şer bên belgekirin.
Şandeke ji Ewrûpayê, dixwest ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn, biçe gundê Hîror û Kanî Masî. Lê belê qeymeqamê navçeya Amediyê rê li ber wan girt. Endamên şandeyê bang li Hikûmeta Herêmê kirin da ku bihêle ew li bikaranîna çekên kîmyewî bikolin.
Şandeke ji Ewrûpayê, ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji dema Helebce heta niha ve li Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn, lêkolînê bike, çû serdana Başûrê Kurdistanê.
Şande ji pisporên biyolojiyê Jan Van Aken û Josef Savary pêk dihat ku endamên rêxistina Bijîjkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî ne (IPPNW), pêk dihat.
Şande çû serdana ofîsa parlamena Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê û bi serokê ofîsê re civiya. Şandeyê di civîna xwe de behsa bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê hatine û tên bikaranîn, kir.
Qeymeqamê PDK'ê destûr neda
Piştî civînê, aliyan daxuyaniyek hevpar da çapemeniyê. Endamê Lijneya Asayîş û Pêşmerge ya parlamena Herêma Kurdistanê, Osman Sêderî got, “Em bixêrhatina şandeya ji Yekîtiya Ewrûpayê dikin ya ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî ên ji serdema Helebceyê heta niha li ser xaka Kurdistanê hatine bikaranîn.”
Piştî wê pisporê biyolojiyê û parlamenterê berê yê federal ê Elman Jan Van Aken axivî. Aken ev ku 25 sal in li ser çekên kîmyewî lêkolînê dike, û di komîteyên elaqedar ên Neteweyên yekbûyî de jî kar kiriye. Jan van Aken got; “Em hefteya bihurî çûn serdana bîrdariya Enfalê ya li Çemçemal û ya Helebceyê. Herwiha em çûn serdana navçeya Amêdiyê jî û me hewl da xwe bigihînin gundê Hîro û Kanî Masî. Ji ber ku li gorî hinek raporên gihiştine ber destê me, li wan deran çekên kîmyewî tên bikaranîn. Me xwest lêkolînê bikin û belgeyan bidest bixin. Me xwest bi qurbaniyekî çekên kîmyewî ê bi navê Hacî Abdula re bi axivin. Lê qeymeqamê Amediyê rê neda û nehêla em lêkolînê bikin.”
Ji NY'yê doza lêkolînê bikin
Jan van Aken di dewamê de bang li hikûmeta Hewlêrê kir da ku destûra lêkolînan bide û got, “Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û piştre rapor wê radestî rêxistina çekên qedexekirî were kirin.
Em dîsa bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo ku karesateke din a weke Helebce dubare nebe, bihêlin em bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ