PDK sîxuriyê li Şengalê saz dike

Duşem 30 Çile 2023 - 00:57

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL 

 

Di Operasyona Tolhildanê ya yekîneyên taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê ya li dijî endamên MÎT û PDK’ê de, gelek kes hatin girtin û hin ji wan kesan li xwe mikur hatin ku destê wan di xwîna pêşeng, zarok û şervanên Şengalê de heye. Kanala Çira TV li ser wan kesan bernameyek bi navê “Dijminê Koka xwe” amadekiriye û beşa yekem hate weşandin.

Di mikurhatina van kesan de rola PDK’ê ya di avakirina tora sîxûriyê de ku li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, hêzên parastinê û civaka Êzîdî kar dikir, zelaltir dibe.

Saet Casim yek ji sîxûrên  MÎT û Parastinê ye, di sala 2016’an de dema diçe Başûrê Kurdistanê, ji ber ku ew di nava YBŞ’ê de cihê xwe digire, ji aliyê Parastina PDK’ê ve tê girtin û teklîfa sîxûriyê li wî tê kirin. Saet vê teklîfê qebûl dike, careka din wî dişînin Şengalê û li ser fermandar û peşengên YBŞ’ê agahiyan dide PDK’ê.

Piştî ku destê PDK’ê ji Şengalê sala 2017´an qut dibe, destê xwe dike destê MÎT’ê û dest bi avakirina tora îstixbaratê dike. Tora MÎT’ê ku li Şengalê hatiya avakirin, ji aliyê Parastina PDK’ê ve destpêkê tê birêxistinkirin û Parastin dibe pira di navbera MÎT û tora îstixbarê ya li Şengalê de.

 

Li Dihokê bi MÎT’ê re rûdinê

Li gorî çavkaniyeke ji YBŞ’ê, Ehmed Nisredîn Qasim Helo ku xelkê Xanesorê ye, sala 2018’an ji ber fermana 3’yê Tebaxa 2014’an berê xwe daye Başûrê Kurdistanê, mala wî li Kampa Keperto ya Dihokê ye. Dema Ehmed diçe Başûrê Kurdistanê dibe, li Dihokê ji aliyê parastinê ve tê girtin û nasnameya wî ya pêşmergetiyê li gel nasnameya wî ya medenî jê tên standin û ji wî dixwazin biçe navenda dezgeha Parastinê ya PDK’ê ya li Dihokê. Li wir kesekî bi navê Şêrko, berpirsekî Parastinê, ji wî dixwaze bi wan re kar bike. Ehmed vê teklîfê qebûl dike û di navenda parastinê de kesekî ku navê wî nehatiya zelalkirin yê ser bi MÎT’ê, bi riya Şêrko, ew û Ehmed hev nas dikin. Li vir Ehmed dibe endamê MÎT’ê û bi rêya Şêrko berpirsê Parastina PDK’ê agahiyan li ser pêşengên civaka Êzîdî digihîne MİT’ê.

 

Pereyan ji Deriyê Îbrahîm Xelîl werdigre

Li gorî heman çavkaniyê Ehmed pereyan ji Dihokê digire û bi riya Şêrko gelek caran li Deriya Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî Tirkiyê dibe û hevdîtinan bi MÎT’ê re dike.

Ehmed di berdêla her karê li dijî civaka Êzidî de, diçe pere ji Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl digire.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.