PDK rewşê aloz dike

Çarşem 10 Gulan 2023 - 15:44

Endamê Mekteba Siyasî ya Desteya Şebek a Demokrat, Seîd Silêman Barî, da zanîn ku wezîrê karên hundir ê Hikûmeta Hewlêrê destwerdanê di karûbarên deşta Nînovayê de dike û got, PDK bi van destwerdanan hewl dide rewşa Deşta Nînovayê vegerîne beriya sala 2014’an. 

Seîd Silêman Barî, derbarê plan û destwerdanên PDK’ê yên li ser pêkhateyên Deşta Nînovayê ji Rojnews re got, “Destwerdanên Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ên di karûbarên parêzgeh û deşta Nînovayê de binpêkirina tevahiya yasa û mafên pêkhateyan e. PDK hewl dide li Şengalê rewşê aloz bike.”

Em Xezwan Dawidî red dikin

Seîd Silêman di dawamê de got, “Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Herêmê Rêber Ehmed, bi destnîşankirina Xezwan Dawidî yê PDK’yî ji bo rêveberiya bajaroka Başîqayê, yasa û mafên pêkhateyên li parêzgeha Nînovayê binpê kir. Em biryara danîna Xezwan Dawidî ya ji bo rêveberiya Başîqayê red dikin.”

Divê Êzîdî vegerin Şengalê

Seîd Silêman got, PDK’ê li Şengal û heşt îdareyên din ên herêmê destwerdan kiriye û wiha peyivî: “Bi van kiryaran, hizba Barzanî wê heşt îdareyên li Deşta Nînovayê ji dest bide. Birayên me yên Êzîdî yên di kampên Herêma Kurdistanê de dikarin vegerin ser cih û warên xwe. Lê PDK eşkere hewl dide aramiya li herêmê bi taybetî li Şengalê têk bide. Wisan dike da ku koçber venegerin ser cih û warên xwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.