PDK rêgiriyê li Êzîdiyan dike

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:12

  • Derket holê ku PDK´ê piştî ku bi propagandaya xwe ya derew kir ku hinek malbat ji Şengalê derkevin, niha jî dest datîne ser nasnameyên wan û nahêle li malên xwe vegerin. 

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Piştî ku hinek malbatên Şengalê ji ber şerê taybet û îdîayên PDK’ê koçberî Başûrê Kurdistanê bûn, niha jî êdî PDK rê nade ku ew malbat vegerin Şengalê. Hêzên PDK´ê dest danîye ser nasnameyên xelkê Şengalê. Li aliyê din parlamenterên Êzîdî yên li Bexdayê got, ew ti peymana ku bêyê îradeya Êzîdiyan li ser Şengalê hatiye mohrkirin, qebûl nakin.

Ji dema êrişa artêşa Iraqê ya li dijî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê, PDK’ê dest bi pîlana valakirina Şengalê kir. Ji ber şerê taybet ê PDK’ê û propagandaya wê ya reşkirinê ya bi riya serokeşîr û kesayetiyên nêzî wê ya di nava xelkê de, hinek ji welatiyên Şengalê ji malên xwe derketin û li herêmên din ên Şengalê bi cih bûn. Hinek ji malbatan çûn herêmên Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola PDK´ê de.

PDK nahêle malbat vegerin Şengalê

Malbatên çûne deverên di bin desthilata PDK´ê de, beşek ji wan li gel dostên xwe bi cih bûn, lê PDK dixwaze mayîna wan a li Başûr mayînde bike û li ser vî esasî ji gel dixwaze li nava kampan de xwe bi cih bikin.

Li gorî agahiyên ji malbatên çûne herêmên Başûr ên di bin desthilata PDK´ê de  hatine girtin, PDK destûrê nade ku ew malbat careke din vegerin Şengalê.

Çavkaniyeke ku ji ber zextên PDK’ê nexwest navê wî bê eşkerekirin, da zanîn ku malbatên çûne nava Kampan, pêwîst e navê xwe tomar bikin û xwe bi cih bikin û got, “Em çûn Kampa Bacid Kendala ya li nêzî Deriyê Pêşxabûr. Dema em derbas bûn, asayîşa Kampê nasnameyên me ji me standin. Piştî ku em pê hisiyan ku tişta li ser Şengalê tê gotin nerast e, û rewşa Şengalê aram e, me xwest em vegerin li malên xwe, ji ber ku em ne ji bo demeke dirêj derbasî Başûr bûne. Lê asayîşa kampê nasnameyên me nade me û dibêje, rewşa Şengalê ne aram e û nabe hûn vegerin.”
 
Bêyî Êzîdiyan peyman ne rewa ne

Koma Êzîdiyan a li Parlamena Iraqê, têkildarî rewşa Şengalê got, ew peymanên têkildarî Êzîdiyan yên ku bêyî tevlîbûna Êzîdiyan tên amadekirin hemûyan red dikin.

Serokê Koma Êzîdiyan a li Parlamena Iraqê, Nayif Xelef Sîdo doh têkildarî rewşa ewlehî ya li Şengalê, civîna çapemeniyê li dar xist û got, “Tişta ku niha Êzîdî dibînin bi jenosîd pênase dikin. Ji bo tinekirina nakokiyên li herêmên avakirî û misogerkirina parastina pekhateya Êzîdiyan, zextên navnexweyî bi kar tînin.”

Nayif Xelef Sîdo got, “Ez ditirsim lihevkirineke di nava hemû aliyan de ji bo dawîlêanîna hebûna pêkhateya Êzîdiyan li Iraqê, were kirin.

Daxwazê dikin ku danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser çarenivîsa herêmên Êzîdiyan werin rawestandin.”

Serokê Koma Êzîdiyan a li Parlamena Iraqê Nayif Xelef Sîdo got, ew peymanên li ser Êzîdiyan ên bêyî Êzîdiyan tên amadekirin hemûyan red dikin û daxwaza avakirina hêzeke yekgirtî ya Êzîdiyan kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.