- Xerîb Hiso bang li hêz, partî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û çandî yên Kurdistanî dike da ku helwesta xwe li dijî siyasetên PDK’ê eşkere bikin.
Hêzên PDK’ê di 24’ê Tîrmehê de bi çekên giran êrişî herêma Çarçêla ya Metînayê ya herêmên HPG’ê yên li Başûrê Kurdistanê kir, lê HPG’ê bersiva êrişî da û demeke kurt şer qewimî.
Li ser mijarê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji rojnamevanê ANHA´yê Ekrem Berekat re peyivî. Wî got, "Artêşa Tirk ji 3 mehan zêdetir e, êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê yên ku bersiva êrişan didin HPG’ê û vîna gelê Kurdistanê ye. PDK’ê sînorê têkiliyan derbas kir û bû şirîkê dewleta Tirk a dagirker. Ev hevkarî li ser gel û civaka Kurdistanê xetereke mezin e. Civaka Kurdistanê zêdetirî 3 mehan e ku ji ber vê siyaseta şaş û xetera hevkariya bi dewleta Tirk re PDK´ê hişyar dike û dibêje, ev xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê nake."
Xerîb Hiso bi mixabinî dibêje, PDK li Başûr yekane rêxistine ku vê hevkariyê bi dagirkerên Kurdistanê re dike û pê re jî xizmeta dewleta Tirk dike.
PDK dibe sedema şer
Xerîb Hiso dibêje, ji ber ku PDK`ê hêzên xwe rêdike Herêmên Parastina Medyayê, şer rû dide û PDK bi fermana dewleta Tirk tevdigere: "Tişta ku em dibînin, dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê derbên giran dixwe û nikare li hember HPG’ê li ber xwe bide."
Li gorî Xerîb Hiso armanceke din a PDK´ê ew e ku binketina xwe ya siyaseta li Başûrê Kurdistanê jî binixumîne: "PDK hewl dide binketina xwe ya siyasî li Başûrê Kurdistanê bi êrişên li dijî PKK’ê binixumîne."
Hiso ji siyaseta PDK’ê matmayî dimîne û dibêje, "Dagirkeriya Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û ji HPG’ê derbên giran dixwe û PDK’ê hewl dide şerê navxweyî çêke. Ev hemû di demekê de ne ku gelê Kurd hewl dide yekitiya xwe çeke li dijî êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî Kurd û Kurdistanê."
PDK ne Kurdistanî ye
Hiso ev kirina PDK’ê wekî sûcekî neteweyî yê li dijî Kurdistanê bni nav dike û dibêje, "Tevger û siyasetên PDK’ê ne Kurdistanî ne. Ji ber ku çi partî yan jî tevger îdîa dike ku Kurdistanî ye, divê piştgiriya berxwedana HPG’ê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bike û nirxên Kurdistanî biparêze û parastina wê bike û tev li hêzên Kurd û Kurdistanê bibe."
Xerîb Hiso destnîşan kir ku PDK’ê siyaseta parçekirina civaka Kurd, qetilkirina kurdiyatiyê û têkbirina siyaseta Kurd dike û bang li PDK’ê dike da ku dev ji vê siyasetê berde û sewqiyetên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne.
Hiso dibêje, pêwîst e PDK ji bin baskê dagirkeriya Tirk derkeve.
Xerîb Hiso di dawiyê de bang li hêz, partî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û çandî yên Kurdistanî dike da ku helwesta xwe li dijî siyasetên PDK’ê eşkere bikin.
QAMIŞLO