PDK piştgiriya dijmin dike

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 00:49

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got:“Ji ber PDK xwedî aqilê xiyanet û bêxîretiyê ye, ti hêviyek gelê Kurd jê nîne. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî vê xiyanetê rabe ser piyan.” Berdevka koordinasyona TAJÊ Rîham Hiço di daxuyaniyê de axivî û wiha got:’’Me tevan bi çavê xwe di fermanê de jî dît ku çawa dijminên me bi PDK’ê re lihevkirin û tifaqeke qirêj da meşandin. Di encamê de PDK’ê gel neparast, reviyan û bûn sedema wê fermana ku mînakên wê kême di cîhanê de. Ji ber PDK xwedî vî aqilê îxanet û bêxîretiyê ye, hêviya gelê Kurdistanê jê nîne. Yên dengê xwe jî nakin, ji ber berjewendiyên xwe, xwe bêdeng dikin, yek kes nikare bêje ku PDK ne partiyeke îxanetkare. Em weke jinên Êzidî dibêjin PDK bi hemû hebûna xwe bûye îxanetkar, ji bo wê bi her awayî bi dijminên gelê Kurd û civaka Êzîdî re êrişan li ser me dide meşandin. Îro tişta ji me tê xwestin ewe  ku em weke civaka Êzidî û taybet gelê Başurê Kurdistanê li hember vê îxanetê rabin ser piyan û nehêle li dijî gerilayên azadiyê îxanetê bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan’ û ‘Bimire Xiyanet’ bi dawî bû.

Statûya herêmê di xeteriyê de ye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin, lê heya niha jî Hikumeta Iraq û Herêmê bêdeng in. Derbarê êrişan de, Berpirsê Koma Ra ya li Çemçemalê mamosta Ferhad Yunis got ji Rojnewsê re axivî.

Ferhad Yunis destpêkê behsa êrişên dawî yên li ser navçeya Çemçema û Axceler ya li Silêmaniyê kir; “Êrişên li ser Çemçemal û Axcelerê, kiryarek xirab û ne mirovane ye. Em weke Koma Ra ya li Çemçemalê hemû êriş û bombebaranan şermezar dikin. Bang li Hikumeta Herêm û Iraqê dikin ku dijî êrişan xwedî helwest bin û welatiyên herêmê biparêzin. Divê xelk vegerin ser warên xwe û gundên wan jî werin avakirin. Ji ber ku ew herêm hemû xêr û bereketin, cihên çandiniyê ne. Bi vê re jî herêmên geştûguzariyê ne. Jiyana niştecihên wan gundan di metirsiyê de ye, wisa lê hatiye dema derdikevin ji malên xwe, nizanin wê kengê vegerin nav mal û zarokên xwe. Ger desthilat parastinê li me dike, nabe tenê li Hewlêrê biryaran bide. Divê li herêmên tên bombebaran kirin jî, parastinê bike. Nabe xelkê vê herêmê bi vî awayî jiyan bike.”

Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed got ku bi qasî hizbên desthilat yên Herêma Kurdistanê pişta xwe bi welatên derve re girêdane, ewqas pişta xwe nedane miletê xwe û got:“Ev jî statûya Herêma Kurdistanê li beramberî Bexdayê lewaz dike, çareserî jî avakirina sîstemek nû ya li Herêma Kurdistanê ye.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.