PDK’ê li Dihokê pêşmergeyek din jî revand û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Di 14’ê mehê de pêşmergeyê bi navê Hêja Eyub ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Ji ber ku Hêja Eyub desthilatê rexnekiribû hatibû revandin. Li gorî agahiyên Rojnewsê ku ji çavkaniyek taybet bidest xistiye, di 16’ê mehê de PDK’ê pêşmergeyek din yê bi navê Karwan Receb Zêbarî jî revandine û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Malbata wî jî nizane Karwan Receb li ku tê ragirtin û çarenûsa wî nayê zanîn.
ROJNEWS