PDK ne bi destê xwe ye!

Şemî 23 Kanûn 2023 - 15:52

LUQMAN GULDIVÊ

 

Em bi rojnamevan Binar Hidayet re li ser encamên hilbijartinên Parêzgehên Iraqê peyivîn. Wî ji bo rewşa li Kerkûk û Nînowayê behsa şikesta aliyê Kurd kir. Biya wî dibe ku PDK dengê xwe li ser zexta dewleta Tirk bide parêzgerekî Tirkmen û erebkirin û Tirkmenkirina Kerkûkê dewam bike.

Binar Hidayet, nebûna yeklîstetiya aliyê Kurd û propagandaya tohmetbarkirina aliyên Kurd dike berpirsiyar ji ber şikesta aliyê Kurd xwarî: “Nebûna yeklîstetiya aliyên Kurd nexasim li parêzgehên bi nakok ên weke Nînova, Kerkûk, Diyala û Selahedînê, bû sedem ku gelek dengên Kurdan bişewitin. Demeke dirêj li Kerkûkê hilbijartin nehatin kirin. Di hilbijartinên dawî de ji sedî 63´yê Kurdan dengê xwe da. Niha ev rêje daket ji sedî 47´an. Ev şikesteke mezin e ku navçeyeke weke Kerkûk weha hatiye piştguhkirin. Mixabin, PDK û YNK her li navenda Kerkûkê çalak bûn û propaganda kirin û navçe ji bîr kirin. Vê yekê kir ku bi taybetî li Nînowa û Diyala deng ji dest biçin. Beriya bi du salan di hilbijartinên giştî dengê Kurdan ji sedî 31 bû. Mixabin di vê hilbijartinê de ev rêje bû ji sedî 24.

Li parêzgeheke weke Mûsilê ji destdane ji sedî 7´ê dengan, di rewşekê de ku ereb parêzgehê bi rê ve dbin û dewleta Tirk çavê xwe berdayê, divê ji bo aliyên Kurd bibe sedem ku xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Nebûna yekîtiya lîsteyan kir ku li navçeyan dengê Kurd pûç bibin. Li Diyala mixabin Kurdan dengên pêwîst neanîn, li Xaneqînê namzetê YNK´ê yê Ereb bi ser ket, ti namzetê Kurd ê din bi ser neket. Ev hemû ziyan in ji bo dengê Kurdan.”

 

Kurdan ceza da partiyên siyasî

Nebûna yeklîsteyê li deverên din jî ziyan daye siyaseta Kurdan: “Nebûna yeklîstetiya aliyên Kurd nexasim li parêzgehên bi nakok ên weke Nînova, Kerkûk, Diyala û Selahedînê, bû sedem ku gelek dengên Kurdan bişewitin. Li Diyala mixabin Kurdan dengên pêwîst neanîn, li Xaneqînê namzetê YNK´ê yê Ereb bi ser ket, ti namzetê Kurd ê din bi ser neket. Ev hemû ziyan in ji bo dengê Kurdan. Li Kerkûkê îsal 520 hezar kesan deng da, Kurdan ceza da partiyên siyasî yên Kurd. Ji ber nebûna yekîtiyê, nebûna xizmetan û wekî din, wan ceza birrî, û ev bû sedama şikestina Kurdan li deverên nakokî li ser wan heye.”

 

Tirkiyeyê dest werda

Binar Hidayet ji bo destwerdana yekser a dewleta Tirk li pêvajoya hilbijartinê jî dibêje, “Tirkiyeyê hem li Nînowayê û hem jî li Kerkûkê destwerdan kir. Dewleta Tirk yekser hewl da ku siyaseteke welê ferz bike ku nexasim penaber nikaribin deng bidin. Di beramberî wê de PDK´ê jî rê neda ku beşek li penaberên Kurd û ereb deng bidin. Encam nîşan didin ku seyasete şaş a PDK´ê kir ku ziyan li Kurdan bibe. Li Nînowayê bêhtirî 70 hezar dengên PDK´ê kêm bûn. Li ser sindoqan zexta yekser a dewleta Tirk jî ez dikarim weke nimûne behsa Başîqe bikim, li sê sindoqan ti deng derneketin.”

 

PDK wê destekê nede parêzgerê Kurd

Li gorî Binar Hiodayet, PDK di dawiya pêvajoya hevdîtinên ji bo yeklîsteyê de ji pêvajoyê vekişiya û ev bi zexta dewleta Tirk ev yek bû: “PDK´ê bi ya dewleta Tirk kir. Vê kir ku ji 50-70 hezar deng li zerara Kurdan pûç bibin. Aliyê Kurd tevî hevpeymana bi nûnerê Suryanî, xwedî 8 kursî ne û aliyê Ereb û Tirkmen jî xwedî 8 kursî ne. Niha wiha diyar e ku PDK li ser zexta dewleta Tirk wê dengê xwe bide parêzgerekî Ereb yan jî Tirkmen. Bi vî awayî wê Erebkirin û Tirkmenkirina Kerkûkê dewam bike. PDK ji bo mana desthilata xwe, xwe bi Tirkiyeyê ve girêdaye. Mesela biryarek heye da ku Turkmen bi dengên xwe bên hilbijartin û ne bi kota, lê li ser zexta delweta Tirk, PDK bi ya wan dike. Ereb û Tirkmen li Kerkûkê niha hevpeyman in û diyar e dibe  ku bi dengên PDK´ê parêzgerê Kerkûkê bibe Tirkmen. PDK serxwebûna xwe ya siyasî ji dest daye.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.